Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Semînarek bi navê “Rasan remza xebata çiya û bajare” li welatê Kanadayê birêve çû

17:32 - 9 Çirriya pêşîn 2018

Kurdistanmedia: Li welatê Kanadayê, semînara bi navê “Rasan remza xebata çiya û bajare” bo nûnera PDKÎ hate lidarxistin.

Roja Yekşemî rêkefta 15`ê Rezbera 1397`an (7`ê Çiriya Pêşîn) semînarek bi navê “Rasan remza xebata çiya û bajare”  bo “Kejal Mihemedî” nûnera PDKΠ ya li bajarê “Sant Katrin” a welatê Kanada yê birê ve çû.

Ew semînar bi xwendina sirûda neteweyî ya “Ey Reqîb” û ragirtina bîstek bêdengî bo rêzigirtin ji riha pak ya şehîdên Kurdistanê destpê kir.

Di vê semînarê de, “Kejal Mihemedî” di axavtina xwe de îşare bi dîroka xebata neteweyî ya gelê Kurd di her çar parçên Kurdistana dagîrkirî de kir, ku bo gihîştin bi azadiyê, gel rastî astengan bûye, lê tu demî kol nedaye û xwe neçemandiye û kariye  li ser astengan de zal be.

Nûnera Partiya Demokrat di berdewamiya axavtina xwe de, îşare bi xebata nû ya PDKÎ ya bi navê “Rasan”ê kir, herwisa bas ji armancên demkurt û demdirêj yên vê rengê xebat û destkevtên wê kir.

Di beşeke din a wê civînê de, “Mihemedî” derheq rêberatiya hizb, kadr û pêşmergeyên PDKÎ yên ku di heyama havîna borî, digel wan bûye,axavtin kir. 

Dawiya semînarê jî, bo pirs û bersiv danê hatibû diyarî kirin.