Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Semînarek bo nasandina pirtûka “Kuştarê bîpayan” bi rê ve çû

17:06 - 3 Çirriya pêşîn 2018

Kurdistanmedia: Semînarek bo nasandina pirtûka “Kuştarê bîpayan” ji aliyê komîteya PDKÎ li Utrîşê bi rê ve çû.

 Roja Şemiyê 7`ê Rezberê bi armanca nasandina pirtûka “Kuştarê bîpayan” komîteya PDKÎ li Utrîşê semînarek bo Cewad Danişpejûh nivîskarê vê pirtûkê pêk anî.

Ew semînar bi sirûda neteweyî ya Ey Reqîb û ragirtina deqeyekê bêdengî bona rêzgirtina ji riha pak ya şehîdên Kurdistanê dest pê kir.

Piştre Dr. Cewad Danişpejûh basek li ser sedema nivîsandina vê pirtûkê û nawerok û pêkhateya wê pêşkêş kir.

Naveroka vê pirtûkê bas ji serkuta tevgerên Kurdistanê, bûyerên paş şoreşa sala 1357`an li Kurdistanê, şiroveya îdaman li gora amar, teror, kuştinên biguman, koça dawiyê ya Hesen Qizilcî, Cînosayd, amara birîndaran û amara komkujiyê û wêrankirina gundan ji aliyê rejîma Komara Îslamî ve dike.

Di dawiya semînarê de, beşdarbûyiyan têbînî û pêşniyar û pirsên xwe pêşkêş kirin.