Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Semînarek di derbarê terora Mîkonosê û pêgeha Dr. Sadiq Şerefkendî de hate pêkanîn

11:46 - 22 Îlon 2019

Kurdistanmedia: Komîteya rêveber a rêwresmên Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê bi helkeftina 27emîn salvegera terora Dr. Sadiq Şerefkendî û hevalên wî semînarek li kempa Cêjnîkanê pêk anî.

Semînar roja îniyê 29ê Xermananê ji bo Hesen Şerefî cîgirê yekem ê lêpirsyarê giştî ê PDKÎ û berpirsê navenda siyasî a vê partiyê hate pêkanîn û tê de hin endamên navenda siyasî û desteya kargiriyê a PDKÎ, kadir û pêşmerge û endamên rêkxistina eşkere a vê partiyê ên Hewlêr û Cêjnîkanê beşdar bûn.

Semînar bi marşa netewî a Ey Reqîb û bi xulekek bê dengiyê ji bo rêzgirtin ji canê paqij ê şehîdên Kurdistanê hate destpêkirin.

Pişt re Hesen Şerefî bal kişande ser qonaxên jiyana zanistî û siyasî a rêberê şehîd Dr. Şerefkendî û got ku Dr. Sadiq weke rêber û hevalê bi wefa ê Dr. Qasimlo di tevgera Kurdî de li Kurdistana Rojhilat û bi taybetî jî di pêkhateya PDKÎ de xwediyê bandoreke pir mezin bû. Wî karî weke xwendekarekî emegnas û kesatiyeke jêhatî û lêzan, rê nede ku nemana Dr. Qasimlo bi cendekê PDKÎ ve xuya be û bi pêgeh û bandora xwe, xewna rejîmê a nemana vê partiyê têk bir.

Cîgirê yekem ê lêpirsyarê giştî ê PDKÎ daxuyand şehîdbûna Dr. Sadiqê zana, ziyaneke mezin ji bo cendekê PDKÎ û tevgera Kurdî li Kurdistana Rojhilat li pey xwe ve anî. Lê waneyên ku me ji rêberên mezin Dr. Qasimlo û Dr. Şerefkendî girtin, ji bo me bûne çand û bingeha rêberiya bi kom. Heman wane jî bûne sedem ku tevî dehan pîlanên dujminan, hê jî PDKÎ pêgeha xwe weke berê parastiye û xweştiviya civakê û hêviya azadîxwazan e. Çavkaniya vê jî baweriya vê partiyê û siyasetên sereke ên vê û qehremaniya pêşmergeyan e.

Şerefî di beşeke din ji gotara xwe de behsa taybetmendiyên Dr. Seîd kir. Wî, ew weke nîşana berxwedan, wêrekî, exlaq û pirensîpê binav kir û got ku baweriyeke wî a kûr bi xebata hevgirtî û hevkariya di navbera hêz û aliyên siyasî ên Kurdî û Îranî de hebû. Bandora Dr. Sadiq di nav tevgera Kurdistana Rojhilat û opozîsyona Îranî de bû sedem ku dujminê gelê me ku heman Komara Îslamî a Îranê ye, bikeve hizra danîna pilana terora wî û jinavbirina fîzîkî a wê. Ji ber ku li gor eqla siyasî a Îranê, eger wan li serkirdeyê PDKÎ bixista, cendek û cesteyê vê partiyê jî dihate jinavbirin. Lê wan nezanîbû vî cendekî ava wan hizran vexwariye ku tevî birîndarbûnê, dîsa jî bejna xwe natewîne.

Berpirsê navenda siyasî a PDKÎ amaje kire ser terora Mîkonosê û ragihand tevî ku Komara Îslamî di riyên cuda de hewl dida Dadgeha Federal a Almanya ji rêya xwe derkeve û şaş be û rejîm weke terorên din bikare rizgar bibe, lê bi bêalîbûna dadgehê û rijdbûna PDKÎ, dadwer û polîs karîbûn biryara xwe a dawiyê bistînin û ragihandin ku tawanbarê sereke Komara Îslamî a Îranê ye û li pey re riswabûna vê rejîmê di asta navxwe, dîplomasî û navedewletî de jî çê bû.

Navbirî behsa xebata PDKÎ di qonaxên cuda de û rijdbûna wê li ser qonaxa Rasana Rojhilat kir û got ku em careke din tekezê dikin Rasan wê bi tevehiya aliyên xwe ve berdewam bike û wê bi piştevaniya civata xelkê, qehremaniya pêşmerge û endamên PDKÎ, gavên me di vê qonaxa hestyar de cidiîtir û xurttir bin û emê di xebatê de berdewam bin.

Hesen Şerefî di dawiyê de amaje kire ser rewşa niha û siyaseta tevlîhev a rejîma Komara Îslamî a Îranê li navxwe, navçe û cîhanê û got ku êdî rejîm ji her carê zêdetir goşegir bûye û kiryar û zêdexwaziyên wê li navçeyê, zêdetir bûne sedema goşegirbûna wê. Rewşa tevlîhev a aborî û dûrketina dost û hevpeymanên rejîmê li wan, bûne sedem ku pêgeha rejîmê lawaztir bibe û di hember de rewşa Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê weke partiyeke azadîxwaz, bi mişûr û berpirsyar gelek baş e. Herwisa baweriya me bi hêza xwe heye ku xelk e û baweriya me bi jêhatîbûn û cangorîtiya pêşmerge û endamên dilsoz ên tevgera me jî heye.