Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Şengal Welat e û Welat Şengal e

14:28 - 12 Tebax 2014

Konê Reş

Welato!
Xelkê cîhanê sosretmayê man
dema ku naskirin;
ZEREDEŞT pêxemberkî te bû,
SLAHEDÎNÊ EYÛBÎ mirovekî te bû,
Dicle û Firat dû çemên te ne û
Agirî û Cûdî dû çiyayên te ne,
ji wê hingê ve Welato
tu di derîyekî mezin re
derbasî dîroka
welatên cîhanê bûyî…

Welato!
ziman nayêne dizîn,
kes nikare zimanê welatîyên te bidize,
ku welatîyên te li zimanê xwe guhdarbin
lê ku di ser guhên xwe re avêtin û
bi zimanê biyanîyan axifîn,
wê hingî Welato ;
ne welatîyên te xwedî şaristanîne,
ne ji zimanê wan zimanekî bingihîne…
Welato!
Ji wan re bibêje ku
hebûna gelan
di yekîtiya zimanê wan deye…
Welato!
Ji wan re bibêje :
ew kesên dudilî
ku bi tenê di roja xwe de
diponijin û
li ser malê dinyayê
dinûzin
ku wek wan kesan
wê di nav pêlên demê de
zû winda bibin
dem rehmê li wan nake
lê ew kesên ku
mal, can û tev hebûna xwe
diyarî te kirine û dikin
ji wan re bibêje :
Hûn mûm û findên min in,
çendî dem bi pêşde here,
wê navê we bi tîpên zêrîn
di dîroka gelê Kurd de
bê nivîsandin…
Erê Şengal welat e û welat Şengal e.