Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Şer û Pevçûn di navçeya Sûrê her berdewam dikin

19:42 - 27 Şibat 2016

Kurdistanmedia: Di encama şer û pevçûnên du rojan de 15 endamên tîmên taybet hatine kuştin.

Li gora zanyariyan di rojên 24 û 25’ê Sibatê de, di şerê li navçeya Sûr a Amedê, yekîneyên Parastina Sivîlan 15 tîmên taybet li cihên cur bi cur ên Sûra Amedê de kuştin.

Ji aliyekî din ve serbarê vê korîdorek hatiye vekirin, bona vê ku ew hevwelatiyên sivîl ku di avahiyên li Sûrê de asê mane, derkevin, lê dîsan jî tu yek ji wan heya niha derneketiye.

Li gora zanyariyan ew ji vê ditirsin ku ew belaya hate serê hemwelatiyên cizîrê di avahiyan de, were sere wan jî.

Her di vê derheqê de hemwelatiyekî bi navê Remziye Tosûn ku tevî zarokên xwe li jêrzemînekê de asê maye, gotiye “Di nava gulereşandinê de em tevî zarokên xwe dernakevin. Dema heyet hate cem me, wê çaxê em ê derkevin. Naxwe em li vir bimirin çêtir e.

Bila qedexe û dorpêçî were rakirin, hingî em ê derkevin. Em mirovên li Sûrê bê xwedî nehêlin.”