Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Serdanên hevwelatiyan ketine bin bandorên dorpêçan de

09:20 - 13 Çirriya paşîn 2018

Kurdistanmedia: Dorpêçên aborî yên Amerîkayê yên li dijî rejîma Îranê, bandor li ser balafirgehan bo serdanên hevwelatiyan bo navxwe û derve jî hebûye.

Xulamhusên Baqiryanêr, cihgêrê  berpirsê balafirgehên rejîma Îranê,  daye xuyakirin ku: Serdanên hevwelatiyan bo navxwe û  dervey welat bi  balafiran jî, ji bandora dorpêçên aborî yên Amerîkayê, bêpar nebûye ku, di heyama îsal de,  hatûçûnên naxweyî %13, û hatûçûnên derve jî %15 ji kêm kirine.

Wî berpirsî rejîmê da xuykirin ku, herçend  di heyama gotûbêjên Bercamê de me hewl da ku, zêdeyî hewcehiyên balafirgehan pêş li sepandina dorpêçan bikirin lê,  dîsan serdanên misaferan bo navxwe û dervey welat li çav sala borî kêm kiriye, û ev jî ji ber dorpêçan e.

Her di vê pêwendiyê de jî, di heyama hefteya borî de, kompaniyayên gihandina sotemenî  bo balafiran yên navdewletî yên welatê Turkiyê li bajarê Stenbolê, sotemenî ji balafirên Îranê re nedan, û  herwisa welatê Lubnanê jî sotemenî  ji balafirên rejîma Îranê re nedan.