Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Şerê giran Li Rojava li roja xwe ya 4ê de her berdewame

12:21 - 12 Çirriya pêşîn 2019

Kurdistanmeda:  Êrişa Tirkiyê bo ser Rojavaya Kurdistanê berdewame û ji aliyeke dinê jî ew êrişa di gel berxwedaniya Şervanêt Kurd henber dibe.

Firokên şerkere Tirk ewa sere 4 rojane ku bi avayê berdewam, Gund û Bajarên Kurdistana Suriyê bombebaran dikin , ku bi vê sedemê heta niha dehan kes ji xelkê Sivîl Şehîd û birîndar bûne.

Bajarên Serekanî, Girê Sipî, û derdora Kobanê, bi Tundî têne bombebaran kirin û pêka ragihandina Saziyên navnetewî heta niha pitir ji 100 hezar xelê Rojava Mal û hale xwe berdane û penaber bûne.

Hervisa li Bajarê Qamişlo yê de bombek peqî ku bi vê sedemê dehan kes ji xelkê Sivîl şehîd û birîndar bûn.

Li Bajarê Hesekê jî pêqînek çêbû, Girupa Da`eş ê encamdana wan 2 peqînan kêşa ustiyê xwe.

Bi hegera bombebarana Rojavaya Kurdistanê, û derdora kempên girtiyên Da`eşê, dehan Da`eşiyan karîn ji derfetê mifahê wergirin û ji kempê birevin, ku ew nîgeraniya zêdetir dibe renge karê terorîstî û xwe teqandinê bikin.