Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Serkeftina dorpêçan bo ser rejîma Îranê, bi bê bilindbûna nirxa neftê

17:15 - 8 Çirriya paşîn 2018

Kurdistanmedia: Berpirsên Amerîkayî bas ji serkeftina dorpêçên abûrî li ser rejîma Îranê dikin, bi bê bilindbûna nirxa neftê.

“Brian H. Hook” berpirsê girûpa “Iran Action Group” li dijî rejîma Îranê, di Wezareta Derve ya Amerîkayê de, roja Çarşemiyê 16-ê Xezelwerê, bas ji vê kiriye, ku Wîlayetên Yekgirtî ên Amerîkayê, li pêwendî digel givaşên abûrî bo ser rejîma Îranê, gelek serkeftiyane û hûrbînane pêngav avêtiye, bi bêy evê ku rê bide, ku bi sedema wan dorpêçane nirxa neftê bilind bibe.

Berpirsê dirûpa bi navê “Iran Action Group” li dijî rejîma Îranê herwisa hişdarî da welatên din ku rê nedin keştiyên neft veguhastinên rejîma Îranê herne nav herêma deriyayî a wan de, an jî ji lengerên wan mifahê werbigirin.

“Brian H. Hook” herwisa eşkere kir ku ev kompaniyên ku wan keştiyên neftveguhastinê bîme dikin, di rêza dorpêçên Amerîkayê de dikewin.

Serokê Wîlayetên Yekgirtî ên Amerîkayê, roja Duşemiyê 14-ê Xezelwerê, xûla duyem a dorpêçên xwe bo ser pîşeya neft, gaz û beşa veguhastina rejîma Îranê xiste gerê, di halekê de ku ji kirîna neft û enerjiya Îranê ji aliyê heşt welatan wekî: Çîn, Hîndostan, Japon, Koreya Başûr, Tirkiye, Îtaliya, Yonan û Taywanê çavpoşî hatiye kirin.