Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Serokê girtîgeha Gewherdeştê madeyên sirker di nava girtîgehan de belav dike

21:55 - 20 Nîsan 2016

Kurdistanmedia: Daryoş Emîriyan birêveberê girtîgeha Gewherdeşta Kerecê ji riya banda xwe ve mijûlî belavkirina madeyên hişber di Îranê de ye.

Çalakên mafên mirovan û demokrasiya di Îranê de, belav kir ku piştî vê ku yek ji endamên bandeke mafyayî di nava girtîgeha Gewherdeştê de bi navê Şahîn Hebîbî di dema firotina madeyên sirker de hate destbiserkirin, eşkere bû ku serokê vê bandê kesek e bi navê Daryoş Emîriyan. Daryoş Emîriyan yek ji endamên çalak ên Wezareta Îtila’atê ye, û li gora gotina girtiyên girtîgeha Gewherdeştê, hemû karên navbirî li gora biryar û di bin çavdêriya berpirsyrên payebilind ên Wezareta Îtila’atê de ye.

Piştî îtirafkirina Şahîn Hebîbî û vegeriyana wî bo nava girtîgehê, Emîriyan bi nerehetî û dilgiranî ve, êrîşî ser navbirî dike, û dibêj: “Gelo te jêve ye ku kes dikare lêpirsînê li min bike?.”.

Yek ji siyasetên gemar ên Kmara Îslamiya Îranê li dijî ciwanan û bi taybetî cudabîrên destbiserkirî pêk tê, ji hînkirina wan bi madeyên malwêranker ên îtiyadê, û ew yek jî ji riya pêkanîna bandên cur bi cur ên madeyên sirker ve encam didin.