Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Şikefta Şaneder, kevintirîn cihê jiyana mirovan e

18:21 - 4 Îlon 2019

Kurdistanmedia: Girûpa şûnwarnasên zanîngeha “Kembircî” a Birîtanî, di nav kurahiya Şikefta dîrokî a “Şaneder” de, şûnwarê miroveke “Nê`andêrtal” peyda kirin.

Serokê Mîrata Çandî a bajarê Soran “Ebdulwehab Silêmanî” ragihand: “Hestî û şûnwarên peresû ê “Ne`andêrtal” ku hatiye peydakirin, berê jî “Raw Silûkî”, berpirsê zanîngeha Kembirîcî, lêkolîn li ser kiribû.

Di lêkolîna berê ya “Silûkî” de, serê wî mirovê “Nê`andêrtal” ku derxistibûn, niha di mûzexana cihên dîrokî a bajarê Soranê de diparêzin, lê bi sedema kevireke mezin ku li ser hestiyên wî mirovê “Nê`andêrtal” bû, nekarîne bi tewavî bînine derê.

Berpirsê Mîrata Kultûrî ê bajarê Soran gotiye: Heta niha şûnwarê 10 mirovên “Nê`andêrtal” di şkefta “Şanerder”ê de peyda kirine.

Herwisa Silêmanî gotiye: Ev şûnwarane di 10 metrên çargoşe de hatine peydakirinê û hewceye ku kolandinên vê dom bikin, heya şûnwarên zêdetir peyda bikin.

Şikefta “Şaneder” li çiyayên “Biradost”a bakûrê rojavayê zagrosê, di geliyê “Zê”a mezin de ye.

Bas tê kirin ku, şikefta “Şaneder” kevintirîn cihê jiyana mirovan bûye.