Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Sinetkirina jinan di hin deverên Îranê de berdewam dike

11:28 - 13 Çirriya paşîn 2018

Kurdistanmedi:  Heya niha jî, sinetkirina keçkan li gorî edetên berê, di hin parêzgehên Îranê de berdewam dike.

Kamil Ehmedî, lêkolerê mijarên çandî û xelknasiyê, daye xuyakirin ku, sinetkirina jinan di Îranê de, ber bi kêmbûnê ve diçe,  lê %50 ji keçkên li deverên parêzgeha Homozganê heya niha jî, pêka edetên berê tên sinetkirin, û herwisa ev mijara di hin deverên Îranê de, berdewam dike.

 Lêkolîna ku, “Kamil Ehmedî” lêkolerê mijarên çandî û xelknasî, li sala 1384`an heya sala 1394`an encam daye, berfirehbûna mijara sinetkirina jinan, di çar parêzgehên Îranê yên wekî, Hormozigan, Kirmaşan, Kurdistan û Azerbaycana Rojava de nîşand dide.

Wî lêkolerî derheq mijara han de, pirtûka bi navê  “Sinet” (Edet)   nivîsiye,  û heriwsa navbirî li ser  vê baweriyê ye ku,  di deverên ku  çalakvanên mafê jinan  tu çalakî nebûne, lê bi sedema guherînkariya dîtingeha  nifşa ciwan ya derheq  sinetkirina jinan de, û çûna gundiyan bo bajaran û mirina jinên ku karê sinetkirina keçkan encamp didan, bûye sedem da ku, amara sinetkirina jinan di Îranê de kêm bibe. 

Her di vê pêwendiyê de jî, wî lêkolerî  daye zelalkirin ku, mijara han pêwendiya rasterast  digel azardana keçkên zarok  de heye, û herwisa gotiye ku, sinetkirina keçkan di gundan de zêdetir e, û ev jî bi sebeba lawazbûna aborî û çandî di van deveran de ye.