Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Sipaha Pasdaran dixwaze êrîşa sînorên herêma Kurdistanê bike

22:27 - 5 Tîrmeh (Temûz) 2012

Kurdistanmedia: Hêzên Sipaha Pasdaran a rejîma Îranê bi pezdarên ser sînor ên herêma Kurdistanê ragihandine ku hêla sînorî bicih bihêlin ku di dema pevçûnan de tûşî xesaran nebin.


Malpera “Xendan” li zarê pezdar û zozaniyên deverên ser sînorê navbera Herêma Kurdistan û Îranê de ragihand, hêzên Sipaha Pasdaran zozaniyên sînorakincî ên herêma Kurdistanê hişyar kirine ku dem û dest zozanên xwe bicih bihêlin.
Pezadarekê ji malpera “Xendan” re gotiye: Hêzên Sipaha Pasdaran a rejîma Îranê di nêzîkatiyên zozanên derdora Qendîlê di hêla sînorî a herêma Kurdistanê cihgîr bûne, û zozaniyan bi neçarî cih warên xwe bicih hiştine.
Wî pezdarî bi amajekirin bi vê ku her sal ji bo xwedîkirina pez û malatên xwe diçin wan deveran, got: Ger me dem û sdest ew dever bi cih nehiştiba, emê tûşî xesarên mezin biban.
Sipaha Pasdaran a rejîma Îranê di salên dawî de bi hêceta hebûna çekdarên PJAK çiqa ser bi Partiya Karkerên Kurdistanê “PKK” a Kurdistana Turkiyê, hêlên sînorî ên herêma Kurdistanê dike armanca êrîşên xwe.
Di wan êrîşan de xesarên zêde ên canî û malî gihîştine xelkê bêberevan yê herêma Kurdistanê.
Hin karnas di vê baweriyê de ne ku rejîma Îranê ji çiqa Îranî a “PKK”ê tenê weke dujminê “ferzî” ji bo encamdana manorên nîzamî ên xwe di sînorên Herêma Kurdistanê de mifahê distîne.
Hin jî dibêjin ku cseba cihgîrbûna hêminî di herêma Kurdistanê de, rejîma Îranê dixwaze bi destêwerdan, tenê devera hêmin a Îraqê bixe jêr givaşan û aloz bike.