Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Sipaha terorîstiye Pastaran, tovê netebayî yê direşîne

11:49 - 1 Çirriya pêşîn 2019

Kurdistanmedia: Sipaha terorîste Pastaran, li devedevê sernixuniya rejîmê de, li cehda çêkirina tevdanî yê di navbera Netewên biraye li parêzgeha Urmiyê deye.

Piştî evê ku kêşeyeke lefzî di navbera endamên Şêvra bajarê Urmiyê de hate pêş û bi vê hegerê êk ji endamên Şêvrê civîn terik kir, Sipaha terorîstî kewtiye gef û guran, ne bo çareseriya wê kêşê, belkî bi meqseda kurtir kirina wê kêşê.

Pastar Şehsvarî êk ji fermandên Sipaha terrorist li parêzgeha Urmiyê, kevte gef kirinê ji Kurdan û pişta Azeriyan girt.

Wî Pastarê terrorist got: evên ku civînan bi cih dihêlin, dixwazin aloziyê çêbikin, lewma em, ji wan qebûl nakin.

Li demekê de kêşa di nava Şêvra bajar de hatîye pêş û çi peywendî bi mesela Neteweyî nine û li karê îdarî de çêdibe ku qisên 2 kesan hev negirin.

Hemî cehda rejîmê û bi taybetî Sipaha terrorist eve ku kêşe û hesasiyetê di navbera Kurd û Azeriya çêbikin, daku ev 2 Netewên bê maf kerbê hevde biçne ser sindûqên hilbijartinan, ku îsal dê rêjîm birêwe bibe.

Lewma dibe herduk Netewên bira û bê maf hişyar bin û bi pîlanêt rejîmê neyêne xapandn û hebxwe kêşên xwe li her Îdare û astekê de, çareser bikin û êkgirtî bin û îznê nedne rejîmê û Sipaha terrorist, ji ava şêlu masiyan bigre.