Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Sirr û seqema demsala Biharê gefan ji cotiyan dixwe

13:36 - 17 Nîsan 2019

Kurdistanmedia: Rabûna lehiyê ji aliyekî zirar gihandiye cotiyarên Kurdistanê, sirr û serqema demsala Biharê jî gefeke micide li ser cotiyaran bi taybet xwedî baxçeyan.

Xeyrî berdewambûna barîna baranê di Kurdistanê de, li hin bajarên Kurdistanê befr bariye û ev jî metirsiyeke dine li ser baxçeyên cotiyarên Kurdistanê.

Li bajarên wekî Xoy, Makû, Çalidiran, Umriye û çiyayên bilind yên Kurdistanê befir bariye.

Îdareya giştî a Keş û Hewayê, ya Urmiyê belavkiriye ku, di rêkefta 31`ê Xakelêweyê heya 5`ê Banemera bê de, li parêzgehên wekî Urmiye, Sine û Kirmaşanê, pila germê wê dabikeve, û egera cemdîna erdê heye, û ev jî bo para cotiyaran bi taybet xwedî baxçeyan li Kurdistanê wê xesar lipey xwe hebe.

Hemû salê di demsala Biharê de, pareke berçav li baxçeyên Kurdistana Rojhilat bi sedema sirr û seqemê rastî xesaran dibin û zirarên berçav digihîne cotiyaran.

Hevdem li Îranê piştî rabûna lehiyê, vê carê Koliyan êrîşî zeviyên cotiyaran kirine.

Ev koliyane li welatê Erebistanê hatine û parêzgehên wekî SîstanûBeloçistan Kirman, Boşêhr, Başûrê Fars û Hormozganê rastî êrîşa koliyan hatine.

Berpirsekî rejîma Îranê li para cotiyaran hişdarî daye ku, êrîşa Koliyan gefeke bo ser ewlehiya xwarinê li Îranê.