Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Sîrwan Nijawî, girtiyê siyasî ê kurd li Tewrêzê de hat darvekirin

16:07 - 10 Tebax 2015

Kurdistan Media: Sîrwan Nijawî, girtiyê siyasî ê kurd û xelkê bajarê Serdeştê li bajarê Tewrêzê de hukmê lidarvekirina wî birêveçû.

Li gor rapora Kurdistan Media, roja Yekşemî, 9’ê Tebaxa 2015’an (18’ê Gelawêja 1394’an), “Sîrwan Nijawî” girtiyê siyasî ê kurd li girtîgeha bajarê Tewrêzê de hat îdamkirin.
Sîrwan Nijawî, xelkê gundê “Nelas”a ser bi bajarê Serdeştê, 4’ê Hezîrana 2011’an ji aliyê hêzên ewlehî ên hikûmeta Îranê li bajarê Kerecê de bi tometa endametî li yek ji partiyên kurdî ên Opozîsyona rejîma Îslamî ya Îranê destbiser û bi îdamê hat mehkûmkirin.

Hukmê îdama Sîrwan Nijawî li 12’ê Nîsana 2012’an li çiqa yekem a dadgeha “Înqilab” ya bajarê Mehabadê de bi serokatiya “Cewadîkiya” hat pejirandin.
Ev girtiyê siyasî ê kurd bi bêy hebûna parêzer li dema dadgehîkirinê de bi îdamê hate mehkûmkirin û piştre hukmê han li çiqa 31 ya Dîwana Bilind ya rejîma Îranê ve hate erêkirin.
Sîrwan Nijawî li 18’ê Şibata sala borî de tevî Saman Nesîm, Elî û Hebîb Efşarî, Sîrwan Nijawî, Îbrahîm Îsapûr û Yûnis Aqayan bo cihek nediyar hatibûn veguhastin ku paşan Elî Efşarî û Hebîbula Efşarî hatin darvekirin.