Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Siyaseta nû ya Amerîkayê dijkiriyar li pey xwe anî

18:09 - 22 Gulan 2018

Kurdistanmedia: Siyaseta nû a Amerîkayê li hemberî Komara Îslamî a Îranê ji aliyê “Mik Pompeo”  ku di navenda “Hiritch” de hate ragehandin, hindek dijikiryarên cîhanî li pey xwe anîn.

Di yekem helwêstê de “Benjamin Netanyahu”, tevî pêşwazîkirin ji axavtinên Wezîrê Karê Derver yê Amerîkayê ragehandiye ku: Siyaseta niha ya Amerîkayê ya lihemberî Îranê, siyaseteke dirust e, û Îsra`îl jî pêşwaziyê jê dike.

Herwisa welatên weke “Behrêyn” û “Îmarat”ê jî bi rengekî tewaw berevanî ji wan axavtinên “Pompeo” kirin. Wezîrê Şirovekar di Wezareta Karûbarên Derve yê “Îmaratê” çend demjmêran piştî axavtinên Wezîrê Karûbarên Derve  yên Amerîkayê de ragehandiye ku: Hewla yekgirtî û yekparçebûn, riyeyeke diruste da ku Îranê ji siyasetên zêdexwazî yên xwe dûr bixe;heriwsa Wezareta Derve ya Behrêynê jî gotiye ku: Welatê wî ji bo rûbirûbûna digel gefên Îranê alîgêrê Amerîkayê ye.

Ji aliyekî din ve jî “Federica Mogherini” berpirsa Siyasetên Derve yên Yekîtiya Ewropa û “Boris Johnson” Wezîrê Karê Derve yê Birîtaniyayê hevhelwêst digel Hesen Rohanî serkomarê Îranê li dijî siyaseta nû a Amerîkayê helwêst girtin.

Serkomarê rejîma Îranê li dijî axavtinên “Pompeo”, ku bêhêvîbûn û bêhêzî pêve diyar bû ragehandiye ku: kesek ku çend salan di Navenda îstixbaratê de bûye, û bixwaze  weke Wezîrê Derve yê Amerîkayê ji bo me diyar bike ku em çi bikin yan jî çi nekin, em vê yekê erê nakin.

Cuda ji helwêstên siyasî û fermî, tenê çend demjmêran piştî axavtinên “Pompeo” hezaran çalakên “twitter”ê  bi heşteka guherîna rejîma Îranê  #(iranregimechange) daxwaza herifandina komara Îslamî a Îranê kirin.

Eva ku di “twitte"a  piraniya çalakvanan de xuya dike, daxwaza herifandina rejîmê, û cihgîrkirina demokrasî û azadiyê ye.

Cuda ji tora civakî a “twitter”ê, torên civakî yên din jî bo mînak “Facebook”, “Telegram” û “Instgram”ê  tijî bûn ji dijkiryaran, û bikarhîneran keyfxweşiya xwe li hemberî siyaseta nû nîşan didan, û  mizgîniya herifîna rejîmê ji bo yektir didan.