Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Spaha Padaran a terorîstî di bajarê Şinoyê de hêzên xwe belav dike

13:56 - 11 Hezîran 2018

Kurdistanmedia: Spaha Pasdaran a terorîstî a rejîma Îslamî a Îranê, bi armanca peydakirina cihên pêşmergên Kurdistanê, hêzên xwe di deverên bajarê Şinoyê de belav dike.

Li gora nûçeya gihîştî malpera “Kurdistanmedia”yê, Spaha Pasdaran ya rejîma Îslamî a Îranê bi vê gumanê ku pêşmergn Kurdistanê di devera “Deştebêl” a bajarê Şinoyê de hene,  hêzên xwe ji bo vê deverê şandine.

Nûçegihanê malpera “Kurdistanmedia”yê, ragehandiye ku, hêzên Spaha Pasdaran a rejîma Îranê di devera “Deştebêl” a bajarê Şinoyê de bi vê gumana ku hêzên pêşmerge di vê deverê de hene, hêzên xwe di deverê de belav kiribûn, û piştî bê encammana  hewlên xwe  di vê deverê de, bi serşorî vegeriyane binkeyên xwe.

Nûçegihanê malpera “Kurdistanmedia”yê, pêdagîrî jî kiriye ku piştî vê ku hêzên pêşmerge yên PDKÎ di şerê “Siyakêw” de derbeyeke giran li hêzên rejîma Îranê xistine, û hejmarek kes jî birîndar û kuştine, rejîm bi awayekî tund hemû karûbarên rojane yên xelkê vê deverê çavdêrî dike.

Nûçegihanê malpera “Kurdistanmedia”yê, bas ji vê jî kiriye ku, berpirsên leşkerî  û ewlehî yên rejîma Îranê derbeyek giran li van ketiye, bi kerb û kîn ve dest kirine bi şevitandin û jinavbirna jîngeha Kurdistanê.