Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Spaha Pasdaran a terorîst di daxuyaniyekê de gef li cîhanê xwar

13:11 - 24 Gulan 2018

Kurdistanmedia: Rêkxirawa terorîstî ya Spaha Pasdaran a rejîma Îranê daxuyaniyek weşand.

Li gora rapora nûçegihaniyên rejîma Îranê rêkxirawa terorîstî ya Spaha Pasdaran a rejîma Îranê di daxuyaniyekê de pêdagirî kiriye, ku hekî Amerîka êrîşê bike ser Îranê, ewê rastî qedera Sedam Husên bê.

Herwisa gef li welatên cîhanê hatiye xwarin, ku her kes û aliyek bixwaze êrîşê bike ser Îranê, wê rastî çarenûseke wekî ya Sedam Husên bê.

Çendîn carî di vê daxuyaniyê de pêdagirî hatiye kirin, ku ew kes û aliyên ku li ser qewlên xwe namînin, wê rastî çarenûsa Sedam bên.

Di heyama yek meha borî de, Spaha Pasdaran a terorîst a rejîma Îranê bo cara çendê ye ku li dijî welatên rojavayî û bi taybetî Amerîkayê daxuyaniyan dide, û gefa vê dixwe ku bersiveke tund wê bide Amerîka û Îsraîlê.

Spaha Pasdaran piştî şer û aloziyên kertê Xeze û kuştin û birîndarkirina hejmarek meşvanên Felestînî ji aliyê hêzên Îsraîlê ve di daxuyaniyeke fermî de ragehand ku piştevaniya xelkê Felestînê dike li dijî Îsraîlê, û bêdeng nabin.

Berpirsên vê rêkxirawa rejîma Îranê herwisa gefan li Îsraîl dikin, û ragehandin ku dibe Îsraîl xatircem be, ku aramiyê bi xwe ve nabîne.

Daxuyaniya vê rêkxirawê di demekê de ye ku rejîma Îranê bi sedema destêwerdanên wê di nava karûbarên welatên herêmê de û piştgiriya ji girûpên terorîstî berdewam hişdarî pê tê danê, û heya niha çendîn dorpêçên aborî bi sedema destêwerdanên vê rejîmê di nava karûbarên welatên navçê de li dijî rejîma Îranê hatiye pejirandin.

Welatên Rojavayî berdewam gef li rejîma Îranê xwarine ku dawiyê bînin bi kiryarên xwe yên têkderane û Îsraîl jî di heman demê de di asta civaka navdewletî de li dijî rejîma Îranê çalakiyan dike, û hebûna vê rejîmê wekî metirsiyekê ji xwe re dibînin.

Rejîma Îranê welatê herî serekî ê cîhanê ye ku piştevaniya terorîzmê û girûpên terorîstên dike.