Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Spaha Pasdaran a terorîst di Kurdistan de binkeyên nû yê leşkerî ava dike

13:52 - 27 Nîsan 2019

Kurdistanmedia: Pêştî tewav bûna demsala sirr û seqemê, Spaha Pasdaran a terorîst, li tirsê hêzên Kurdî û bitaybet Rasana Rojhilatê, dest avêtiye bi paqijkirina riyên çiyayan û li ser sînoran jî, mijûlê avakirina binkeyên nû yê leşkeriye.

Li gorî gotina xelkê ku li deverê sînorî dijîn: Spaha Pasdaran a terorîst, li ser sînorên, bajarên wekî: Merîwan, Hewraman, Îlam, Pîranşar, Mako, Newsûd, Nodşe, Ciwanro, Selasa Bawecanî, Çaldiran û Urmiye, hemû rojan hêzên xwe cihigîr dike daku, rê li hatûçûna pêşmergeyan bigire.

Herwisa Spaha Pasdaran a terorîst ragehandiye ku: Dê çekên giran jî bo van binkeyan bişîne, û heriwisa kesek nêzîkî sînoran bibe bi wan çekên giran wê teqe jê bikin, heya xelkê sivîl jî, ku li ser sînoran jiyan dikin ji be rtirsa teqekrina hêzên Spsha Pasdasran a terorîst terşên xwe bo va nderdoran bibin.

Nûçegihanê “Kurdistanmedia”yê, li Rojhilat, di vê pêwendiyê de ragihandiye, ev heyamike rejîm bo veguhastina hêzên xwe li bajarên Kurdistanê, li mînîbosan mifahê verdigire, daku van guherînkariyan û  li xelkê veşêre.