Kurdistanmedia: Spaha Pasdaran a rejîma terorîstî ya Îranê û îtila`ata ser bi vê spahê, li gund û bajarên Kurdistanê de xelkê azar didin.
Roja Înê 20`ê Rezberê girûpeke Spaha Pasdaran û îtila`ata vê spahê, li çiyayê Xêrûzey a gundê Mîrawê a ser bi bajarê Şinoyê dest dikin bi azardana şivaneke vî gundî, ku di van çiyayan de mijûlî çerandina pez û heywanên xwe bûye.
Ew şivan ku navê wî Nasih e, û temenê wî 16 sal e, paş îşkencekirina zor ji aliyê endamên Spaha Pasdaran ve ji hişê xwe diçe, û xelk bilez wî digehînin nexweşxaneya bajarê Şinoyê.
Hêjayî basê ye ku heya dema belavbpna vê nûçeyê, ew nûciwanê Kurd, di nexweşxaneya Şinoyê de ye, û endamên Spaha Pasdaran bi bê tu sedemekê û bona çavtirsandina xelkê, êrîş kirine ser navbirî û îşkence kirine.
Li gora çavkaniyeke agehdar, ew şivanê Kurd, bi sedema giraniya îşkenceyê, gurçikeke xwe ji dest daye.