Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Spaha Pasdarana terorîst jîngeha Kurdistanê jinav dibe

12:29 - 22 Gulan 2019

Kurdistanmedia: Hêzên Spaha Pasdarana terorîst li gundên derdora bajarê Merîwanê dest bi qutkirina daran ddin

Li gorî nûçeya ku gihîştiye malpera “Kurdistanmedia”yê, di heyama çend rojên derbazbûyî de, hêzên Spaha Pasdarana terorîst yên ku li binkeya leşkerî ya li gundê Serdoşa girêdaiy bajarê Merîwanê ne, dest bi qutkirina darên derdora vê binkeyê kirine.

  Yek ji rûnştiyên gundê Serduşê ji Ajansa Nûçegihaniya “Kurdpa”yê re ragihandiye ku, Hêzên Spaha Pasdarana terorîst çendîn caran ji rûnştiyên wî gund re gotibûn da ku bo qutkirina  darên derdora binkeya leşkerî ya rejîmê  werin alîkariyê bidin, lê, rûştiyên wî gundî ev daxwazkara erênekirin.

 Herwisa vê çavkaniyê zêde jî kiriye ku, piştî erênekrina vê daxwazkara hêzên Spaha Pasdaran terorîst ji aliyê runştiyên gundê Serduşê hêzên Spaha Pasdaran a terorîst bixwe destbi qutkirina darên derdora vê binkeya leşkerî dane.

Vê çavkaniya agehdar gotiye ku, hêzên Spaha Pasdarana terorîst bi hinceta hebûna hêzên partiyên Kurd yên opozisyona hikûmeta Îranê, dest bi jinavbirina jîngeha derdora binkeya leşkerî ya li gundê Serduşê kirine.

 wê kiriyara hêzên Spaha Pasdarana terorîst şîpeleke nerazîbûnên rûnştiyên gundê Serduşê lipey xwe hebûye, van ev kiriyara  derheq ji navbirina jîngeha   wKurdistanê dane zanîn.