Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Spaha Pastaran a terorîst, dixwaze bi hesta xelkê bilîze

12:29 - 29 Tebax 2019

Kurdistanmedia: Spaha Pastaran a terorîst li cehda xapandina xelkê û lîstin bi hesta wan re ye.

Pêka nûçeya ku gihîştiye malpera “Kurdistanmedia”yê, Roja Çarşemî 6`ê Xermanan, Spaha Pastaran a terorîst ya bajarê Selmasê, Piştî piropagendekirin û amadekariyeke zaf, li jêr navê (Ordûya Rahiyanê Nûr ) Parek ji kirêgirtiyên xwe birine hinek cihan ku Spahê nav jê daniye (Menteqên Emelyatî).

Ordûya ku li jêr navê Rahiyana Nûr, ji aliyê Spaha bajarê Selmasê ve, bo serdana cihên wekî, Hacîce`fan, Çarsitûn û deverên ser Sinorê Bakûr û Rojhilatê Kurdistanê hatine birin.

Li wan cihan de dest kirine bi piropagenan û bo wan kesên ku birine li wir, behsa şerê Pêşmergên Kurdistanê û kuştiyê rejîmê dikin.