Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Spasnameya Mamosta Hesen Şêweselî

21:25 - 22 Kanûna pêşîn 2018

kurdistanmedia: Birêz û têkoşer mamosta Hesen Şêweselî di fayleke dengî de, derheq diyarîkirina roja 16`ê Sermawezê wekî roja kêmendamên PDKÎ spasnameyek belav kir ku di vir de deqa peyama rêzdarî em belav dikin.

Spasnameya mamosta Mela Hesen Şêweselî derheq diyarîkirina roja 16`ê Sermawezê wekî roja kêmendamên PDKÎ.

 Xelkê bişeref ê Kurdistanê!

Kadr û pêşmergeyên têkoşer!

Kêmendamên cangorî û fedakar!

Endam û alîgir û dost û nasyarên hizbê!

Bi xatircemî ve hûn agehdar in ku Navenda Siyasî ya PDKÎ roja 16`ê Sermawezê wekî roja taybet bi kêmendamên PDKÎ bi awayekî fermî û bi eşkere mohr û diyarî kiriye.

Hûn bi giştî agehdar in ku roja 16`ê Sermawezê ya sala 1366`an, du mohreyên mekteba fêrkirî û sedî sedî cihê baweriya dezgehên sîxorî ên rejîma Îranê bi navên Semed Kajeyî û Hesen Remezanî pirtûkeke bombrêjkirî bi navê “Spîd dendan” ku wergerandiya wê bû “Dan Çermo” gehandin destên min, û di himbêza min de ew pirtûk teqiya.

Di encama vê teqînê de, ez wekî darekî şewitî ê nav daristanan ji reh û rîşe ve heta ser çiqlan pirtî pirtî bûm, û heliyam. Vê bûyerê mohreke wisa li ser eniya qedera min xist, ku heta dunya heye û jiyana min heye û di nav `alema axê de jî, dibe digel vê bêbextiyê li rex yektir bimînin, û dest bavêjin stûyê hevdu. Ragehandina vê bûyerê wekî roja kêmendamên PDKÎ ji aliyê PDKÎ ve, ne tenê li ber vê ku beşek ji şanazî û poana wê vedigere bo min, belku li ber girîngiya

Yekem: Ew daxuyaniya ji dîtingeha kirîza nasnameyî ve faktereke girîng û bandordar e, wê dema ku mirov dikevin bin barê giran ê êş û azaran û jiyana wan hildiweşe, rastî kirîza nasnameyî dibin. Têkçûn û tevliheviya  nasnameyî, jîrbûna derheq biryardanê ji wan kesan distîne, û wê demê ew rastî bêasoyî û bêhêvîtiyê dibin, û destê wan naçe çi karekî, û çi karek ber wan naçe. Bi neçarî bêy vê ku bixwe bizanin, dikevin ser pêla bûyeran, û di pêvajoya jiyanê de, xwe nalivlivînin, û xwe dispêrin destên qeza û qederê. Ew ragehandin di ramalîna nasnameyê de, şûnwarekî wisa berçav ji xwe bi cih dihêle.

Duyem: ew ragehandina, di warê nûkirina pênaseyê de, girîngiyeke yekcar zêde heye. Ya ku niha ez dibêjim renge wekî gotinên şêtan be!?, lê aliyê kêm min jêve ye mirov di hinek rewşên bizehmet ên derûnî de, bixwe xwe winda dike, û nizane çi navekê li ser xwe danê, nizane mirov e, cimad e, nebat e yan jîndareke din e. Digel bawerîpênekirin û girîngîpênedana vir û wir berbirû dibe, û wisa lê tê, ku xwe di bazineya ehwal medeniya (kodika) tu aliyekî de nabîne. Di encamê de lerzokî û dudilî di nava gêjaweke derûnî de, wisa wî/wê pal dide ku nekare nuqteyeke hestpêkirî û kunkrêt, bona lengergirtineke hekî kêm jî be, ji xwe re diyarî bike. Wê ragehandin, ew hewayê saykolojî şikand, û nasnameyeke nû, aliyê kêm bo hejmarek mirovan nû kir, û wekî karta pênase ya cihê baweriyê bi mohrkirî danî xizmeta wan de.

Sêyem: Ragihandina han lewra girîng bû ku dîwarê bêdengiya li dora hin mijaran de herifand. Mêj dem bû ku taboya bêdengiyê bi ser hizbê de zal bibû. Gelek lêw devkut bibûn. Hesabnekirin, xemsarî û bêdengiya li ast kesên ku ji ber tîra bextreşiya rojgarê ketine, li wijdan û ferhengoka wan mirovên ku dostê mirovan in, hêla sor, helwestek namo û nerewa ye. Ragihandina Hizba Demokrat li dor kêmendaman, qifla bêdengiyê şikand û şifreyên daxistî pûç û vala kirin.

Çarem: Ragihandina Navenda Siyasî guhertin û xwederbaskirin ji sansorê pêre xuya dike. Piştî derketina ji Qendîlê, piştguhxistin û vêdedan û baykot weke çandekê cih girtibû. Anku dikarim bibêjim metodek ji edebiyata erîstokiratîk tevlî gotarên hizbê hatibûn kirin. Niha ku waneyek li edebiyata fermî ya hizbê de hatiye vekirin, nîşaneya wê ye ku metodek nû ji guhertina çandî û kulturî pêk hatiye û pêvajoya geşekirina çandî di jordeçûnê de ye.

 Pêncem: Daxuyaniya han bi awayekê rengê demokrasiyê pêve dixuye. Ez cewhera demokrasiyê li vegerandina kerameta mirovan bo mirovan de dibînim û nirxên bilinde demokrasiyê li “Ê’adêyê Hêysiyet”a mirovan de dixwînim û kakila rastîn a demokrasiyê li birêveçûna wekhevî û dadmendiyê de dibînim. Awrîdan ji hin xalên dîrokî ên jibîrkirî,avedankirin û vejandina wan (heta eger biçûk jî bin) ez bi nîşane û remza yeksanîxwazî, bîrvekirîtî û avakirina usûl û pêgehên demokrasiyê dibînim. Ez awayek ji dîsîplîna nû, huner û geşekirina demokrasiyê di vê daxuyaniyê de dibînim.

Şeşem: Ez awayek ji berbirûbûna bi siyaseta hejarkujî û êrîşkirina ser sîstema heybetşikên û bêkes xendiqandinê di vê daxuyaniyê de dibînim. Ez di vê baweriyê de me ku eva destpêka vekirinek nû ye, afirandina derfet û seqayek nû ye bo wan kesên ku xwedî eşîret ninin, belê “qurbanan nabêjin”, yên ku azad in û xwedî firaksiyon ninin û dixwazin heq ji ber wê ku heq e bînin ser ziman û dikarin zêdetir vegeşin û pitir huner û şiyanên xwe nîşan bidin.

Heftem: Vê daxuyaniyê girêhişkek mêjîn vekir. Bi salan bû ku meseleya kêmendaman basek wusa jê nedihat kirin, meseleyek daxistî bû. Helbet hin caran wekî rêzgirtin “Êsaletê ferd” li nav hizbê de dihat baskirin.

 Zor car jî weke girêhişkekê maye û dev jê hatiye berdan. Daxuyaniya hizba Demokrat a Kurdistana Îranê, ew hişkegirê vekir. Biryara han ji aliyê Navenda Siyasî ve bi fermî hat ragihandin. Ez xatircem im ku biryara han ji aliyê Lêpirsiyarê Giştî, Desteya Kargêrî û Dezgeha Çavdêrî û organên din ên berpirs ve jî hatiye erêkirin û dengê erê û baweriyê pê hatiye dayîn.

Tişta ku xuya ye û ez jî pê kêfxweş û serbilind im, ev e ku beşeke kin ji vê biryarê, bandora min bûye û dikarim bêjim 99 ji sedî vê peyama rêzgirtin ji kêmendaman û xebatkaran navegere ser min û tenê min şanaziya ragihandina vê peyamê hebû ku weke resaletek li ser milên min bû ku bigihînim kêmendaman. Ji dil jî spasî û emegnasî û deyndariya xwe û malbata xwe digihînim rêberatiya Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê û endam, alîgir û hevalan ku bi şandina gul, dil, “like”, “comment” û peyaman ji bo heval û îradetmendê biçûk ê xwe, ez mezin û serbilind kirim û ji kûrahiya dilê xwe ve dibêjim ku hêvî dikim weke hertim, bi wêrekî, îman, bawer û hêviyê, li ser rêbaza xebat û tekoşînê berdewam bin.

Saxî û tendirustiyê ji wan re dixwazim lê di rastî de ez xwe hêjayî van hemû lutf, mezinî, serbilindkirin û rêzgirtinê nabînim ku partiya me li hemberî min encam daye. Xwe jî biçûktir ji vê peyam û xelatê dibînim ku partiya me, daye min û pêşkêşî min û malbata min kiriye.

Lêbelê bi vîneke mezin, ez vê peyamê distînim û weke emanet, didim destên xurt ê pêşmergeyên di nav çeperên bixwîn de û bi

 destên qahîm û bi rêz û îhtiram, vê peyamê didanêm ser serê xwe û vedigerînim destê xurt ê xwediyê sereke ê vê û kêmendamên xebatkar û vê peyamê, pêşkêşî baregeha wan dikim. Di vir de dixwazim hin tiştên biçûk ji we ên birêz re vebêjim. Ez ne kêmendam im belkî ez bêendam im. Çendîn salan berî teqînê, ez her kêmendam bibûm. Şewîlka min a aliyê çepê şikestiye, qewsa piyê min şikestiye, ranê min şikestiye, destê min di du ciyan de şikestibû û nîvî felec bibûm. Gelek cihên din ên bedena min jî bi fîşekên dujmin birîndar bibûn ku wêneyên curbicur ên birîndarbûna min jî di arşîva hizbê de hene.

 Lê dîsa jî şanaziyê dikim ku kêmendam bim. Weke min berê jî got, ji bo min şanaziyeke pir mezin e ku weke rasipartî, şanaziya gihandina peyam û resaleta Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê bidim kêmendaman. Di dawiyê de careke din spasiya rêberatiya Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê û bi taybetî navenda siyasî dikim ku vê heyamê gelek westiyan û mijûlî ji wan re çê bû. Min guhdariya gotûbêja kek Hesen Şerefî û hevalên TISHK’ê jî kir û ji dil, spasiya hemû wan kesan dikim ku bi germî pêşwaziya vê mijarê kirin. Bejna xwe li hemberî hemû şehîdên me û bi taybetî şehîdên Rasana Rojhilat û ji bo civata berfireh a pepûkên xwînî ên bêtawan li deşta Koye jî ditewînim.