Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Steven Mnuchin: Emê baykotên Amerîkayê li dijî Îranê ji 80% bigihînin bi 100% î

11:48 - 27 Hezîran 2019

Kurdistanmedia: Wezîrê xezînedariya Amerîkayê daye zanî ku, em hewil didin ku baykotên Amerîkayê yên li dijî Îranê bigihînin 100% î.

Li gorî nûçeyên belavbûyî, roja Çarşemî 5`ê Pûşperê, Wezîrê xezînedariya Amerîka “Steven Mnuchin” di gotûbêjekî digel kanala “CNBC”ê got: Em hewil didin da ku baykotên Amerîkayê yên li dijî rejîma Îranê bigihînin ji 100% î.

Herwisa navbirî got, Me hemû xizmetguzariyên mirov hezkirî li dijî xelkê Îranê baykot nekirine û arîşeya me digel xelkê Îranê nîne em digel kiryarên rejîma Îranê rûbirû ne.

Her di vê pêwendiyê de roja Çarşemî 5`ê Pûşperê, Serkomarê Amerîkayê “Dunald Trump” daye zanîn ku, rejîma Îranê her karek dilê wî dixwaze bila bike, tu girîng nîne, min demeke gelek zêde heye, lê dewleta wan bin givaşên tûnd ên aborî de ye.

Piştî vê ku rejîma Îranê balafirekî bê pîlot a Amerîkayê xiste xwarê, roja Înê serkomarê Amerîkayê daye zanîn ku, qirar wisa bû em êrîşê li ser 3 cih di Îranê de bikin, lê tenê deh çirka ji wî biryarê puşman bûm.