Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Têkiliyên di navbera Tirkiyê û Îsraîlê de sar û lawaztir dibin

00:35 - 16 Gulan 2018

Kurdistanmedia: Piştî bûyerên bixwîn ên kertê Xeze û kuştara hejmareke Felestîniyan, Tirkiyê balyozê Îsraîlê ji Tirkiyê derkir. 

Çend demjimêran piştî derkirina balyozê Îsraîlê ji Tirkiyê, Îsraîlê jî serkonsolê Tirkiyê li “Tel Aviv” de derkir. 

Erdoxan jî roja Sêşemiyê bi tundî êrîşî ser Netanyaho kir, û ew wekî keskî regezperest bi nav kir, ku destên wî bi xwîna Felestîniyan sor bûye. 

Piştî rexneyên tund ên Erdoxan, Netanyaho serokwezîrê Îsraîlê ji riya “Twitt”ekê ve bersiva Erdoxan da û ragehand:
“Erdoxan di nava piştevanên herî mezin ên Hemasê de ye, û guman tê de nine ku baş ji terorîzm û serbirrînê tê digihîje. Pêşniyar dikim bas ji exlaq ji me re neke”.

Piştre Netanyaho rû li Erdoxan dinivîse:
“Ewê ku bi hezaran serbazên Tirk bişîne bo dagîrkirina bakûra Qubris û Sûriyê, baştir e ku şîreta me neke, dema ku em bergiyê ji xwe dikin, li hemberî girûpa Hemasê de. Erdoxan kesek e ku destên wî sor in bi xwîna hejmareke zaf ji hevwelatiyên Kurd li Tirkiyê û Sûriyê, lewra dibe dawî kes be ku bas ji exlaqê şer ji bo me”.
Serokwezîrê Tirkiyê jî daxwaz ji welatên Îslamî kir ku pêwendiyên xwe digel Îsraîlê ragirin. 

Niha Tirkiye serokatiya dewreyî ya Saziya Hevkariya Îslamî dike, û di meha Desamberê de bû ku li ser daxwaza Erdoxan civîneke vê saziyê bona mehkûmkirina biryara Trump derheq veguhastina balyozxaneya Amewrîkayê bo Urşelîmê bi rê ve çûbû.

Roja borî her di vê derheqê de Konseya Ewlekariya NY jî civînek pêk anî, û welatên endam daxwaza vegerandina aramiyê bo herêmên ku rastî aloziyan hatine kirin. 

Amerîkayê jî bi tundî êrîşî ser tevgera Hemas kir, û ew bi pêkanîna aloziyan tawanbar kir.

Tê pêşbînîkirin ku her biryarnameyek li dijî Îsraîlê bê pejirandin ji aliyê Amerîkayê ve bête vetokirin.