Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Têkoşerên Demokrat çalakiyên teblîxî bi rê ve birin

12:05 - 13 Çirriya paşîn 2018

Kurdistanmedia: “Pêşmergê Bajar” li devera Pîranşehrê eva cara çendê ye ku di heyamên derbazbûyî de çalakiyên teblîxî bi rê ve dibin, û piştevaniya xwe ji bo Hizba Demokrat û “Rasana Rojhelat” nû dikin.

Li gor nûçeya ku gehiştiye malpera “Kurdistanmedia”yê, şeva derbazbûyî “Pêşmergê Bajar” li “Peswê” a Pîranşehrê, bi nivisîna diruşm û xemilandina dîwarên vê deverê bi tirakt û wêneyên rêberên şehîd, peymana xwe digel rêbaza Demokrat nû kirin.

Ev diruşmên ku li “Pesêwê”, li ser dîwaran hatine nivîsandin weha ne: “Rasana vê carê  Rasana çiya û bajar e, Bijî Hizba Demokrat, Rasan berdewam e, Mirin ji bo nîştimanfiroşan”.

Di heyama yek meha derbazbûyî de, têkoşerên Demokrat li cihê cuda-cuda ên Kurdistanê, û ji bo dûbarekirina peymana xwe  digel Hizba Demokrat bi awayên cur bi cur çalakiyên teblîxî bi rê ve birin ku bûye sedema dilxweşiya xelkê, û evîndarên rêbaza şehîdan.