Kurdistanmedia: Tekoşerên Demokrat li Kurdistanê, bi hilkefta 26`ê xermanan, salroja terorkirina “Dr.Sadiq Şerefkendî û hevalên wî”, digel rêbaza şehîdên Kurdistanê peyman nûkirin.
Pêka nûçeya ku gehiştiye malpera “Kurdistanmedia”yê, roja Çarşemî, 20`ê Xermanan, endam û alîgirên Hizba Demokrat a Kurdistan a Îranê, bi hilkefta 27`emîn salvegera terorkirina “Dr.Sadiq Şerefkendî û hevalên wî” li dola “Qirûçawê” a girêdayî çiyayê Kanî Zerd a Pîranşarê, sardana tirbên şehîdan kirin û digel rêbaza tijî serwerî a şehîdan peymana xwe nûkirin.
Herwisa endamên dilsozên Hizba Demokrat, bi nivisîna silogana, “Yad û bîreveriya şehîdan bi domkirina rêya wan bilind dinirxînin û bijî Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê” çalakiyên banghêjî lidar xistin.