Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Terha “Tiramwa” xevnike bo hevwelatiyên bajarê Urmiyê

11:50 - 30 Tebax 2019

Kurdistanmedia: Terha xeta “Tiramwa” a bajarê Urmiyê, eve 5 salin ku heya niha jî, li ser kaxezê ye û nehatiye cîbicîkirin.

Xeta “Tramwa” a bajarê Urmiyê terhek bû ku di sala 1393`an de berpirsên rejîmê soza kilinglêdana wî terhê dan, lê berpirsan heya niha jî nekarîne wî terhê cîbicî bikin.

Di sala 1393`an de, Şaredarê bajarê Urmiyê yê ew demê Mihemed Hezret Pûr dabû zanin ku, “me vekolînên ji derheq terha “Tiramwa”yê de kirine, û dawî biryara me eve ye ku ew terhe tê cîbicîkirin. Lê terha “Tiramwa” tenê bi axavtin bû, û heya niha jî çavê hevwelatiyan li pey wê terhê ye.

Bajarê Urmiyê ku berê jî çendîn terhên netewav hebûn, ku hin jiwan terhan çen salin her nîvetewav mane û her sal berpirsên rejîmê soz û qewlên direw didin, daku wan terhan dawî pê bînin, lê her wekî xwe mane.

Êdî welatiyên bajarê Urmiyê ji bihîstina soz û qeqlên vala ên berpirsên rejîmê mandû bûne, lê berpirsên rejîmê jî, ji soz û qelên xwe yên direw mandû nabin û nebûne jî.