Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Termê Mamosta “Mêhdî Bedrî” di goristana şehîdan a Hizbê de bi axê hate spartin

14:29 - 10 Kanûna pêşîn 2018

Kurdistanmedia: Termê Mamosta “Mêhdî Bedrî” mamostayekî mêjîn yê fêrgeha Hizba Demokrat bi axê hate spartin.

Roja Şemiyê 17-ê Sermawezê, termê Mamosta “Mêhdî Bedrî” bi beşdariya malbata xwedêjêrazî, û herwisa endamên rêberî yên Hizbê û kadr û pêşmergên Hizba Demokrat, li goristana şehîdan a Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê bi axa pîroz a Kurdistanê hat spartin.

Mamosta “Mêhdî Bedrî” mamostayê têkoşer û xebatkarê Hizba Demokrat, ku zêdetir ji 20 salan di rêza pêşmergên Hizba Demokrat de bû, û weke mamostayê fêrgehê erkê Hizbê bi cî digehand, bi sedema nexweşiya penceşêrê li welatê Danmarkê çû ber dilovaniya xwe.

Mamosta “Mêhdî Bedirî” xortekî şareza û serwext bû, bilez xwe pêgehand û bû mamostayê fêrgehê, û pileya kadriyê weke mamostayekî jêhatî pê hate dan.

Kak “Mêhdî Bedrî” kurê “Elî” xelkê bajarê “Pawe” li sala 1348`an li bajarê “Pawe” ji dayîk bû, xwendina destpêkî û navendî di wî bajarî de tewaw kir, bi sedema wê ku hest bi berpirsiyariyê dikir li hember gel û nîştîman, ligel wê ku bavê wî nabîna jî bû, lê ew di sala 1370`î de hate rêza pêşmergên Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê û heya dawî demên jiyana xwe wefadar bi rêbaza Hizba Demokrat ma.