Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Teyrokê xisarek mezin gihande bajrê Urmiyê

12:45 - 10 Îlon 2019

Kurdistanmedia: bi sedem hatina baranek bigur û terok, li deverên Urmiyê û Selamsê, welatiya xisareke bê mînak dîtin û bax û rezên wan rastî xisarên mezin hatine.

Bi hegera baran û teyrokê, ku zaf deverên Urmiye û Selmasê girtin, li navçên Somaûbiradost, Nazlo, Enzel û derdorên bajarê Selmasê, bi hegera rabûna lehiyê gelek xisarên madî gihîştiye xelkê, bi taybetî xisar li rez û bax û hasila xelkê daye û heta maşînên welatiyan jî ber lehiyê kevtine.

Di wan devaran de, baxên welatiyan bi awayekî gelek xirab rastî teyrokê hatine û xisareke bê mînk gihaye rezên wan.

Ji aliyek din ve jî, lehiyê xisarek mezin gihandiye çandiya welatiyên parêzgeha Urmiyê.

Çotkarên wî parêzgehê di heyama çend salinên derbasbûyî de heya niha, digel qeyrana aborî rûbirû bûne, û ji aliyek din ve jî, digel arîşeyên dabînnekirina xizmetguzariyên çotkarî rûbirû bûne, wê carê jî rastî terok û lehiyê hatine.