Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Terorîzma du serî

01:18 - 6 Hezîran 2017

Kerîm Perwîzî

Metelokeke Kurdî heye ku dibêje hekî te mar birîndar kir û te nekuşt, wê li rêvîngan vede, û renge rojekê li te jî vedet. Eva çîroka van salên dawiyê ên Ewropa û Amerîkayê ye.

Di Rojhilata Navîn ya pirr ji kêşe û stemkariyê de, bêdadî û çewsandin û serberedayî hukm dikin, û deshilat bi ser hemû civakan de, bi dest ve girtiye. Di erdnîgariyeke siyasî ya bi vî rengî de, serkut û bêdadî sebebkar in, bo nerazînîşandan û ji aliyê din ve jî, bawerî û bîrokeya dijî azadî û kevneperestiyê, sedema sereke ya vegeşandina agirê stem û tundûtîjiyê ne.

Di nava vê goma ava şêlû ya Rojhilata Navîn de, terorîzm, terorîzmê berhem tîne, û tundajoyî jî her tundajotiyê berhem tîne, û dibe hêcetek bo tundajoyiyeke din. Bi vî rengî rûçikê siyasî ê Rojilata Navîn pirr e ji agir û hesin û xwîn!.

Deshilata Komara Îslamî jî ku dayîka hemû îdeolojiyên terorîstî ye, ji tundajoyiya selefî ya cehadiyên hilkeliyê şikevtên tarî ên paşvemayî, mifaha ne di cihê xwe de werdigre, û hem bi berçav dijberiyê digel de dike, û hem jî di bin de jî, hander û alîkarê wan dibe, her wekî ku çawa di pêwendiyên Komara Îslamî û Talîban de bi belge derket, û berdevkê Taliban bas ji lihevkirina digel Tehranê kir.

Çend salek in li Sûriyê, hemû tundajoyî û terorîzmek bi berçav cuda, lê di navika xwe de wekhev û hevşêwe, gêjaviyê çê dikin, û babelîska dijatiya jiyana azad û bextewerane radikin. Komara Îslamî û dêl û çiq û deskebivirên wê jî, zoranbaziyê digel Elqa`îde, bereya El-nusre û DAîş û …hwd dikin, û di bin de jî alîkariya yektir dikin, da ku çi ji wan ji nav neçin, û bi vî rengî hêceta domandina bi jiyana xwe bin bo hevdu. Di nava vê gêjava dijî mirovî de, helwesta Ewropa û Amerîka, helwesteke nivîşkan bû, û herçend bordûmana DAÎŞ`ê kirin, û gef li Beşar Esed û Koamra Îslamî û Hizbullahê û dostên wan.

xwarin, lê helwesta wan, wekî birîndarkirina marê marxor bûye!.
Cîhana Rojavayî wisa dizanî, ku hekî şerê Sûriyê bê dorpêçkirin, û carna jî aliyekî wan bê lawazkirin, dikarin belaya terorîzmê ji xwe dûr bixin, û agirê şer tenê Sûriye û Îraqê digre, û di vê çarçoveyê de berteng dibe, lê bûyerên Fransa, Almanya, Biljîk, û Brîtanya û …hwd nîşan dan, û cardin selimandin, ku terorîzm di navçeyekê de berteng nabe, û agir vedigeşe.

Tenê birîndarkirina marê terorîzmê bersivder nine, û hewce ye her du serên mar hem di Tehranê de, û hemjî di nava rewta selefî ya cîhadî de, bê pankirin, hekî ne, ew du cemikên aşqe û maşqe, wê zawzê bikin, û tu kunceke cîhanê aramî tê de namîne.