Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Tête gotin ku Tirkiyê Bombeyên Fisforî bi dijî Kurdan bikar anîne

12:16 - 21 Çirriya pêşîn 2019

Kurdistanmeda: Hêzên HSDê ragihandine ku Artêşa Tirkiyê li êrişa bo ser herêmên Bakura Suriyê, Bombên Fisforî bikar anîne.

Piştî evê ku bi hegera êriş û Bombebarana Rojavaya Kurdistanê ji aliyê Artêşa Tirkiyê we, cihê şewata li ser cesteyê birîndaran gumana bikar anîna çeka Fisforî zêde kir, HSD ê ragihan nîşane hene ku Tirkiyê Çekê qedexekirî bi dijî xelkê Sivîl bikar anîne.

Zêrevanên Neteweyên Yêkbûyî piştî vê gotinê, li wî warî we jêwekolîn destpêkirine.

Karnaseke Birîtaniya li derbarê nîşanêt li ser birîndaran dibêje: rengê hindê dide ku Tirkiyê Çeka Fisforî bikar anîbe.

Zêrevanên UN jî ragihandin ku ev Bombên ku Tirkiyê bidijî Sivîlan bikar anîne, Fisfora Sipî têde bûye.

Karnaseke Birîtaniya ragihand ku ev nîşanên ser cestê birîndaran hene, didne xûya kirin ku mixabin Tirkiyê çeka Fisfor bi kar aniye.

Fisfora Sipî weke madeya Çespê li ser Cestê Mirovan dimîne jêve nabe, û teratiyê dide laşê Mirovan û heta ser Hestî diçe