Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Tevigera Aştiya Navxweyî serdana Navenda Hevkariyê a Partiyên Kurdistana Îranê kir

18:04 - 23 Çirriya pêşîn 2018

Kurdistanmedia: Tevigera Aştiya Naxweyî, pêştevanî û pêwendiyên hevpar yên xwe digel Navenda Hevkariyê ya Partiyên Kurdistana Îranê nîşan da.

Li gorî nûçeya gihîştî malpera “Kurdistanmedia”yê, roja Duşemî 30`ê Rezibera 1397`an (22`ê Çiriya Pêşîn),  şandeke Tevigera Aştiya Navxweyî, bi serperestiya “Dr. Mûşa Kewal” serokê vê tevigerê, serdana Navenda Hevkariyê ya Partiyên Kurdistana Îranê li bajarê Hewlêrê kir, û ji aliyê heyeta pêkihatî ji nûnerên pênc Partiyên endam di Navenda Hevkariyê ya Partiyên Kurdistana Îranê de, bi serperestiya rêzdar Mihemednezîf Qadirî berpirsê derwa vê navendê pêşwazî ji van hate kirin.

Di destpêka vê civînê de, “Dr. Mûsa” û endamên şanda  Tevigera Aştiya Navxweyî, tevî nîşandana hevxemî û nerhetibûna xwe derheq şehîd û birîndarên ku bi sebeba mûşekbarana rejîma Îranê bûne gorî, piştre merema serdana xwe li du mijaran de bas kir ku yek ji van dana zanyariyan derheq naverok û armancên Tevigera Aştiya Navxweyî wekî Navendeke hizrî û rewşenbîrî li pêxema dabînkirin û bihêzkirina riha aştî û xwe fîdakirina di navbera aliyên siyasî û hewldan bo yekirêzî û aştiya di navbera civaka Kurdistanê de xebat dike, û her bi vê meremê jî dixwaze bi çêkirina pêwendî û hevkariya digel Navenda Hevkariyê ya Partiyên Kurdistana Îranê, qadên karên xwe berfireh bike.

Mijara dudyan, pîrozbahîgotina bi boneya pêkanîna Navenda Hevkariyê ya Partiyên Kurdistana Îranê bû  ku, ev yekîtî û karên hevpar yên di navbera Partiyên Kurdistana Rojhilat de, mînake û kareke muhim û bilind nirxand û herwisa derheq parastin û berfirehikirina vê navendê pêdagîrî kir.

Ji aliyê Mihemednezîf Qadirî, û her yek ji endamên Navenda Hevkariyê  jî, tevî xêrhatinkirin û spaskirina derheq hevxemî û helwêsta şanda Tevigera Aştiyê bo vê hereketa Kurdistana Rojhilat, tevî pêdana kurteyek ji zanyariyan derheq armanc û bingeha avakirina Navenda Hevkariyê, ku li pêxema xizmetkirin bi doza rewa ya gelê me di Kurdistana Rojhilat de, û xwe amadekirin bo berbirûbûna digel her pêşhatek û guherînkariyek ku di pêşerojê de di nav Îranê de çê bibin.

 Ew navenda hewla berfirehkirin û beşdarîkirina hemû ev aliyên xebatkar û xwefîdakirin yên di  Kurdistana Rojhilat de dide, ku bawerî bi armancên vê navendê wekî berevanîkirin ji mafê neteweyî û demokrasî û qîmet û nirxa mirovan û çarenivîsa gelê me di Kurdistana Rojhilat de hebe, didin.

Di dawiyê de jî her du aliyan pêdagîrî li ser berdewamkirina pêwendî û hevkariya  di navbera her du aliyan de kirin.