Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Tîrêja Gelawêja Demokrat çavê neyaran kor dike

16:32 - 10 Tebax 2019

Kurdistanmedia: Endam û alîgirên PDKÎ, bo carek din bi bilind nirxandina 74`emîn salvegera avabûna PDKÎ, çalakiyên banghêjî lidar xistin.

Li gorî nûçeya ku gihîştiye malpera “Kudistanmedia”yê, roja Pêncşemî 17`ê Gelwêjê, bilindfirên Demokrat li Awiyera dêrîn, bi lidar xistina çalakiyên banghêjî û belavkirina tirakt û posterên taybet, roja 25`ê Gelawêjê bilind nirxandin.

Ew cihên ku çalakiyê banghêjî lidar xistin wiha ne: “Şeqama Wekêl û pêş dûkana, şeqama Seferî û taxa Bêhzîstî, taxa Rêzan, meydana Îqbal, biryargeha parêzgar a Şaramfer, Kelanteriya 15 û 17 a binkeya emeliyatî a leşkera 28 a pîyadeya Kurdistan, Spaha Beytûlmoqedes a parêzgeha Sine, civadgeha werzişî a 22`ê Gulan, dadyariya giştî a parêzgeha Sine, Şêvreya Îslamî a bajarê Sine, îdareya Mîrata Ferhengî a bajarê Sine, zanîngeha Ilûm Pîzîşkî û leşkera emeliyatî a 22`ê Beytûlmogedes”.

Herwisa li çend cihên din ên wekî: “Ofîsa cezib û endamgêrî a hêza bejayî a Artêşa rejîmê li parêzgeha Sine, taqîgeha Fenî û Mikanîkiya ax û Şareka Sen`tî a hejma 1”, û li bajarok û gundên wekî: “Asawle, Qar, Dûşan, Kanî Kuçik, Germiyer, Bawerêj, Nasiyer, Xilîçiyan, Gizerdere û Tazaweya Qeregol”, peyama Gelawêja Demokrat û rabûna xebata xwe gihandine bajarê Sineya Demokrat.

Her di vê pêwendiyê de, û li çarçêweya çalakiyên 25`ê Gelawêjê, nîştimanperwerên Demokrat li bajarê Bane a serbilind, bi lidar xistina çalakiyên banghêjî, ev roje bilind nirxandin.

Xebatkarên Demokrat ku di wî bajarî de di cihên wekî “Bilwarê Kurdistan, Gulşar û rêya Silêmanî” çalakiyên banghêjî lidar xistibûn, siloganên wekî: “Bijî Rasan, bijî PDKÎ û 25`ê Gelawêjê pîroz be” nivîsîbûn, û herwisa li “Kanîsûr” a bajarê Bane, bi nivîsîna silogan, emegdariya xwe bi PDKÎ re nîşan dan.

Herwisa axabano li stuyên Demokrat li gundê “Kelekîn” a girêdayî devera “Berbine” a ser bi bajarê Pîranşarê, bi belavkirina tirakit û posterên taybet bi yada 74`emîn salvegera avabûna PDKÎ, yada Gelawêja Demokrat bilind nirxandin.

Roja Pêncşemî 17`ê Gelawêjê, xakîpoşên çepera bajar li bajarê Şinoyê, bi lidar xistina çalakiyên banghêjî, nîştiman bi rengê Gelawêj xemilandin.

Di wê çalakiyê de, siloganên wekî: “Bijî Partiya Demokrat, bijî pêşmerge, pîroz be 25`ê Gelawêjê”, nivîsîn û herwisa Alaya pîroz a Kurdistanê û logoya PDKÎ daliqandin.

Ev cihên ku çalakî bi rê ve biribûn wiha ne: “Şeqama Îmam, Çar rêyên Kirêkar, felekeya Gêlas, parka Şêx Ebdûl`ezîz, Menbe`a ava Şinoyê, Rehîm Ava, Seydawê, Mirava, Apartimana Sazmanî, Şareka Ferhengiyan, Terebara îmîş a bajarê Şino, Medriseya Şebaneroj, Zanîngeha Peyam Nûr a bajarê Şinoyê, Qutabxwaneya Resûliyan û çendîn cihên din.