Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Tirêliyeke hilgirê tirombêlên “Luxury” hate şewitandin

17:40 - 11 Çirriya pêşîn 2018

Kurdistanmedia: Tirêliyeke ser bi Spaha Pasdaran ku komeke tirombêlên  “Luxury” ên axazadeyan pê bû, ji aliyê kesên nenas ve kete ber êrîşê, û hate şewitandin.

Li gora nûçeyekê ku di torên civakî de hatiye belavkirin, paşnîvroya roja Çarşemiyê 18`ê Rezberê di 70 km a riya Benderebas bo Lar, tirêliyeke hilgirê komeke tirombêlên “Luxury”ku bi nirxa tirombêlên axazadeyan bûn, kete ber êrîşa çekdarî û hate şewitandin.

 Li gora vê nûçeyî tiriliya ku hatiye şewitandin, ser bi Spaha Pasdaran bûye, ku ji bendergeha Recayî ve ber bi Tehranê bi rê ketiye, û bûye armanca kes yan kesên nenas.

 Şevitandina van tirombêlan ku bû cihê kêfxweşiya xelkê herêmê, nîşana kerb û bêzariya pendavbûyî ya xelkeke zebirandî ye, ku bi salan e bi sedema zulm û zordariyên rejîma Îranê têne çewsandin.

Ya ku eşkere ye ew e ku gelên belengaz ên Îranê êdî amade nînin di bin sîbera rojreşiyên rejîma Îranê de bijîn, û ji her derfetekê mifahê werdigrin, bona xisargehandina bi tewahiya cendekê vê sîstemê û destûpêwendiyên wê.