Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Tirkiye berdewam e li ser avakirina dîwaran li ser sînor

12:18 - 10 Hezîran 2018

Kurdistanmedia: Dewleta Tirkiyê digel bidawîanîna avakirina dîwarê emniyetî yê 144 km di bakûra sînorê xwe digel Îranê, vê carê di başûra sînorên xwe digel Îranê, 43 km dîwarê emniyetî ê din ava dike.

Îran û Tirkiyê 560 km sînorê hevpar hene, û parêzgeha Urmiyê dihgel parêzgehên  Agirî, Îxdir, Wan û Hekarî hevsînor e.

Her li gora ragehandinên Tirkiyê, 711 km ji xeta sînorî a Tirkiye û Sûriyê  jî bi bilûkên bitonî bi bilindahiya 3 mêtroyan û panahiya 2 mêroyan û giraniya 7 tonî hatiye astengkirin, û bo vî karî 350 hezar qetên bilûkan hatiye bikaranîn.

Ragehandinên Tirkiyê radigehînin  ku li ser bingeha ragehadinên Tirkiyê ew dîwarê avakirî li ser sînorê Sûriye û Tirkiyê piştî dîwarê çîn û piştî dîwara ser sînorê Amerîka û Mekzîkê sêyemîn dîwarê dirêj ê cîhanê ye.

Tirkiyê 910 km digel Sûriyê, digel Îraqê 600 km, û digel Îranê 560 km sînorê hevpar heye.

Beşeke berçav ji sînorê di navbera Îran û Tirkiyê ji çiyayên asê pêk hatiye, û Tirkiye radigehîne ku bo pêşîgirtina ji hatina koçberên neyasayî û bo parastina ewlehiya sênorên xwe di hemberî dijberên xwe ên çekdar wan sînoran ava dike. Lê çavdêrên siyasî ser vê baweriyê ne ku Tirkiye cuda ji vê yekê dixwaze vê pêwendiya di navbera parçeyên Kurdistanê di bi tewahî qut bike, ku serkevtina şoreşa azadîxwaziyê di her beşeke Kurdistanê de bandora xwe li ser perçeyên din jî dike.