Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Tirkiye dibe siyaseta xwe bigohore

12:33 - 11 Çirriya pêşîn 2019

Kurdistanmedia:  Berdevke komîsiyona Ewrûpayê got: Eger Tirkiye dixwaze bibe endamê” Yêkitiya Ewrûpa”, dibe siyaseta xwe ya şaşe derwe bigohore û xwe li gel “Yekitiya Ewrûpa” bike êk.

Hevdem bi destpêkirina operasiyonên leşkeriyê Tirkiyê bo ser Rojavaya Kurdistanê , ku ev karê tirkiyê dibe sedema vê hindê ku egera kêmbûna vergirtina Tirkiyê weke endam li  ” Yekitiya Ewrûpa” .

Li gorî rapora nûçegihaniya “Roytersê”: Berdevkê komîsiyona ” Yekitiya Ewrûpa”, tevî şermezar kirina operasiyonên Tirkiyê di Rojavaya Kurdistanê de, got: Bona bûna bi endamê Tirkiyê li “ Yêkitiya Ewrêpa”ê pêviste Tirkye siyaseta xwe ya Derwe bigohore.

Dewleta Tirkiyê bi salane ku dixwaze bibe endamê “Yêkitiya Ewrêpa” û hinek gaw bo hindê awêtine lê aloziyên pêwendiyên ” Enqere” û “ Brûksel”ê, paşeroja Tirkiyê bo endametiya li“Yêkitiya Ewrêpa”de  tarî kiriye.

“ Erdoxan” li dijkiryara rexneyên Ewrûpayîyan, gef kirin ku dê sînorên xwe weke û derfetê bide ku 3.6 Milyon koçberên Sûriyê biçne Ewrûpa.