Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Tirkiye dîsan karta avê li dijî cîranên xwe bi kar tîne

17:04 - 7 Hezîran 2018

Kurdistanmedia: Serbarê vê ku pirsa avê pirseke navdewletî ye, û hemû welat dibe ku di vê çarçoveyê de digel pirsa avê tevbigerin, lê Tirkiye heya niha jî pirsa avê wekî pirseke nîştimanî dibîne, û her demê bi hewce bizane, wekî karteke zext û givaşê li dijî cîranên xwe bo wergitinan poana bi kar tîne.

Wisa xûya dike ku Tirkiye bi armancên siyasî, aborî û emniyetî ava Dîcleyê qut dike. Di warê siyasî de, da ku zextê bixe ser hikûmeta nû ya Îraqê ku di pêkhatina hikûmeta nû de, li hemberî rejîma Îranê de hisabê bo Suniyan û aliyên nêzî Tirkiyê bikin, da ku li hemberî destêwerdanên rejîma Îranê de, wan jî pêgehek bihêz di hevkêşeyên Îraqê de hebe.

Di warê aborî de, da ku piştî vê hemû şer û malwêraniya di Îraqê de, rê bi kompaniyayên Tirkiyê bê dayîn ku dest bi avedankirina bajarên kavilbûyî bikin, û herwisa rê bê dayîn da ku bazara Îraqê bi kelûpelên Tirkiyê bê dagirtin.

Di warê ewlehiyê de, da ku Îraq rê nede hêzên Kurdî ên dijberê Tirkiyê, ku xaka Îraqê bi kar bînin bona êrîşa li dijî hêzên Tirkiyê. Bi taybetî ku li gora rêkkevtina di navbera Tirkiye û Îraqê de, Tirkiye dikare heya 10 km jî xaka Îraqê bibezîne, hekî ewlehiya wê bikeve metirsiyê de (herçend ku Tirkiye gellek zêdetir ji vê hindê hatiye nava xaka Herêma Kurdistanê de).

Çavdêrên siyasî ser vê baweriyê ne ku bi qutkirina ava Dîcleyê, Herêma Kurdistanê zirara kêmtir dibîne, û zêdetirîn zirar digihîje herêmên naverast û başûra Îraqê. Lê dîsan jî pêwîst e ku Herêma Kurdistanê pilaneke stratejîk bona destgirtina bi avê hebe, da ku bikare li hemberî pilanên weha de xwe ragire.

Hêjayî basê ye ku Tirkiyê carekê ew kart li dijî hikûmeta Sûriyê jî bi kar anî, da ku Sûriyê neçar bike ku dest ji piştevaniya PKK hilgire, û di encamê de jî Ocelaln serokê wê demê yê PKK`ê, Sûriye bi cih hêla, û ew pilana Tirkiye di serdema Ecewîd de sergirt.