Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Tirkiye, Îraq û Îran derheg avê civiyan

13:04 - 3 Tebax 2019

Kurdistanmedia: Pirsgirêka av di Rojhilata Navîn de bûye parek li siyaseta sitratîjî a welatên deverê û ev behse di derheq avê de tûndtir bûye.

Di heyama rojên derbasbûyî de, karbidestên sê welatên Îran, Îraq û Tirkiye, li derheq pirsa avê civiyan û biryarên xwe di derheq avakirina avbend û bi rê ve birina avê, dane zanîn.

Li derheq vê civînê zanyariyên zêde belav nebûne, lê pareka wê civînê li ser “pirsgirêka avbendên Tirkiye li ser rûbaran” bû ye.

Dewleta Tirkiyê di ser ava rûbarên ku di nav axa Îraq û piştre diçe nav axa Îranê, avbend çêkirine, ku eve jî arîşe di navbera wan welatan de afirandine.

Dewleta Tirkiye, li ser rûbarê ava Dîcle avbendan çê dikin , û eve jî nerazîbûnên Îraqê li pey xwe hebûye.

Cemal Adilî, Wezîrê çavkaniyên avê û Selam El-Şumirî serokê komîteya wezîrê Îraqê, di derheq pirsgirêkên avê ên ku di navbera wan du welatan de heye civîyan.

Rûbarên Dîcle û Firat, wekî demara jiyanê, bo Çihar welatên Îran, Îraq, Sûriye û Tirkiyê tête hejmar.

Çêkirina du avbend ên bi navên “Îlîsû û Atatûrk”, ji aliyê Tirkiyê ve li ser rûbarê Dîcle, lêketinên nerênî bo Îran û Îraqê li pey xwe tîne.

Tirkiye dest ji çêkirina avbendan hilnagire, û di heman demê de, wekî karteke fişariye siyasî û bihêz di pêwendiyên xwe de, digel ew welatane bikar tîne.

Çêkirina ew avbendane ji aliyê Tirkiyê ve, bandoreke nerêniya Êkolojîkî, aborî û civakî, bo wan welatan afirandiye.