Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Tirkiye: Malbat ji bo wergirtina cenazeyên xwe dikevin girevê

20:17 - 2 Kanûna Paşîn 2016

Kurdistanmedia: Li Bakura kurdistanê malbat ji bo wergirtina cenazeyên zarokên xwe dest bi gireva birçîbûnê dikin.

Li gor raporên belav bûne,operasyonên dewleta Tirk, li navçeyên Bakura Kurdistanê hîn jî berdewam in,ev 31 roj in li bajarê Amedê li navçeya Sûrê operasyon berdevam in. Di encama êrîşên dewleta Tirk de Îsa Oran û Mûsa Sevîktek di 23’ê Kanûnê de jiyana xwe ji dest dan,ji bo malbat cenazeyê zarokê xwe werbigirin çûne morga dewletê, lê belê tevî hemû hewildanan dewletê cenaze teslîmî malbatan nekirin.

Li gor nûçeyên ku hatine weşandin jiber ku malbatan nekarîn cenazeyên zarokên xwe wergirin, dê sibê dest bi çalakiya gireva birçîbûnê bikin.

Bavê Îsa Oran, Mihemed Oran diyar kir ku cenazeyê zarokên wan li Mizgefta Kurşunlu tê sekinandin,her wiha diyar kir ku:Tevî hemû hewildan û hevdîtinan, rayedarên dewleta Tirk cenazeyê zarokên wan teslîm nake, ji ber vê yekê jî ev dest bi çalakiya gireva birçîbûnê dikin.

Serokê Şaxa ÎHD’ê yê Amedê Racî Bîlîcî jî diyar kir ku: Weke ÎHD bona vê ku em cenazeyan wergirin, me bi dozgeran re hevditin çîkirin. Bîlîcî diyar kir ku hevdîtinan encam negirtiye, lê belê “Emê ligel malbatan bin, û ji bo em cenazeyan bigirin çi pêwîst be emê bikin”.