Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Tirsa rêjîmê ji amadebûna jinan di stadyoman de

12:36 - 17 Çirriya paşîn 2018

Kurdistanmedia: Serdozgerê Dozgeriya Rêjîmê li Tehranê ragehand ku eger em hindeke din sist bigrin, jin wê bi bê hicab biçne werzişgehan.

Xulamhusêyn Îsmaîlî serokê Dozgeriya Tehran tevî gazindekirin ji berpirsê dewletî, ragehand ku îzindana bi jinan ku bikarin biçne werzişgehan, pirsek e ku eger em sist bigrin, paşê em nikarin kontirol bikin.

Navbirî herwisa got eger çi îro me di nava werzişgehan de cihê taybet daye jinan, li ber evê ku Federasiyona Fûtbolê pirsgirêk jê re nehêne pêş, û helavêstî nemîne, bê guman wê di pêşerojê de bêjin bila jin û mêr di werzişgehan de tevî hev û li ber kêlega hev rûnên, bêguman piştî hinge jî wê  bêjin bila jin bi bê hicab bêne nava stadyoman de.

Pirsa beşdariya jinan di nava werzişgehan de bûye pirseke grîng û cihê nigeraniya berpirsên rêjîmê.

Heftiya derbasbûyî li dema leyîza fûtbola di navbera du tîmên Pîrozî ya Îranê û Kaşîma ya Japonê li stadyoma werzişiya Azadiya Tehranê, sedan keç û jinan bona temaşekirinê beşdarî kirin, û hêla sor ya rêjîmê û qedexeyî şikandin.