Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Tirsa rejîmê ji got û bêjên Muskoyê û egera birêveneçûna wan got û bêjan

20:47 - 7 Hezîran 2012

Kurdistanmedia: Dîplomatên Rojavayî dibêjin, xwastên rejîma Îranê ji bo hin rûniştinên berî got û bêjên “Mosko”yê li gel “Ajans”ê, hewlên pewest in ji bo direngketina got û bêjan e.


Piştî birêveçûna du gerrên got û bêjan di navbera “5+1” û rejîma Îranê de li ser pirsa navikî a Îranê li “Istembol” û “Bexda”ê, biryar ev e ku di berwar 18’ê Hezîrana 2012’an li “Moskoy”ê gerra sêyem a wan got û bêjan birêve here, di vê derheqê de sebra dîplomatên Rojavayê li hember pîlanên kevinên rejîmê yan jî got û bêj bi armnaca got û bêjan de nemaye, û gumana heye ku got û bêjên Muskoyê binên paêxistin yan jî birêve neçin.
Malpera “Dîplomatên Îranê” belav kiriye ku di nêzîkatiyên got û bêjên gerra Sêyem ên rejîma Îranê û “5+1” de li Muskoyê, rayedarên Tehranê gefan ji wan got û bêjan dikin.
Hin ji dîplomatên ku şahidên got û bêjên “Bexda”ê bûne, şiroveyên wan li ser got û bêjan di warê nehiştina tehrîmên li ser Îranê û xwasta rejîma Îranê bûye û herweha xwasta nehiştina pîtandina yuranyoma 20 ji sedî ku xwasta Rojavayê bûye, ra û boçûnên cuda hene.

1235.jpg


Dewleta Îranê di navberên got û bêjên bi “5+1” re hin rûniştin jî li gel “Ajansa Navnetewî a Eneriya Anvikî” a bi armanca xwe serxistin bi ser 6 zilhêzên cîhanê di got û bêjan de pêk anîne.
Di wî halî de ku kimtir ji du heftiyan ji bo got û bêjên Muskoyê maye, qirar e roja Înê nûnerê rejîma Îranê li gel “Ajans”ê li bajarê “Viyen”a Paytextê “Utrîş”ê hevdîtinekê pêk bîne, li gor nêrînên şirovekaran rûniştina “Musko”yê pirr girîng hatiye zanîn, û her yek ji aliyên wê rûniştinê şikestê bixwe, xesarên mezin jê dikevin”, rayedarên rejîmê di hewla direngxistin, yan jî birêveneçûna gerra Sêyem a got û bêjan e.
Hişyariyên han ji aliyê “Ehmedînijad” Serokkomarê rejîmê û “Seîd Celîlî” Berpirsê Heyeta Îranê ji bo got û bêjan ve hatine dayîn. Ji aliyek din ve jî nûnerê rejîma Îranê di Ajansa Enerjiya Navikî de “Çavdêrên Ajans”a han bi sîxurî tawanbar kirine. Eva di demekê de ye ku “Ehmedînijad” li gel televîzyona “Firansa” bi serahet ragihandibû ku nabe me çavnihêriya “mucize”yê ji got û bêjên “Musko”yê hebin.
Rayedarên rejîmê dixwazin çavnihêriyên ji wan got û bêjan hene kim bikin. Çimku Komara Îslamî çalakiyên navikî weke pirsek “netewî” yan kî “hesyetî”dibînin û kimkirin yan veger ji çalakiyên navikî nemumkin didin zanîn. Lê nîşandana hin nermiyan ji aliyê rejîmê ve, tenê ji bo wergirtina poandan weke nehiştina tehrîman dê çavnihêrîkirin.
Ew helwesta rejîma Îranê li hember vê yekê ye ku rejîmê heya niha jî nekariye tehrîmên nifî ên ji aliyê Ewroyê ve li ser xwe kim bike yan bi awayek demkî bide sekinandin.

1236.jpg


Seîd Celîlî nûnerê rejîma Îranê di got û bêjên navikî de li gel “Katrîn Eşton” Berpirsa Siyasetên Derve ên Yekîtiya Ewropayê hişyarî daye ku egera direngxistina got û bêjên muskoyê heye. Lê sedema wê direngxistinê şikesta Ewropayê di rûniştinên berî got û bêjên Muskoyê li gel “Ajans”ê li Ewropayê ji bo diyarîkirina destûra karê got û bêjên bi 5+1 re da zanîn. Li hembner de jî “Ajans” dibêje, pêvajoya han guman xistiye biencamgihîştina got û bêjên Muskoyê.
Niha ku destûra kar a ku rejîma Îranê dixwast nehatiye danîn, wê ji rayedarên Tehranê re bibe pasawa sernekevtina got û bêjan.
Ehmedînijad ku li “Çîn”ê ye, şîweya karê Bîroyas “Eşton” rexne kiriye û herweha dibêje ku “Rojava” di hewla hêcet û kuştina dem de ye.

Ragihandinên Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê