Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Tora civakî a Înstgramê rûpela fermî a Qsim Silêmanî qutkir

17:09 - 16 Nîsan 2019

Kurdistanmedia: Tora civakî a înstgramê, careke din rûlepa fermî a Qasim Silêmanî, Fermanderê taya Quds a Spaha Pasdaran a terorîst qutkir.

Piştî vê ku çendîn caran rûpelên fermî yên Xamine`î rêberê rejîma Îslamî a Îran û Qasim Silêmanî fermanderê taya Spaha Quds a ser bi Spaha Pasdaran a terorîst, ji aliyê torên civakî  yên wekî înstgram û twitter, ku bi sebeba piştevanîkirin li terorîzimê qutkiribû, tora civakî a înstgramê carek din rûpela fermî a Qasim Silêmanî qutkiriye.

Pêştir jî, torên civakî yên wekî înstgram û twitter, ku bi sebeba binpêkirina yasa û metirsiyên van torên civakî, ji aliyê berpirsên yên rejîmê, çandîn caran postên berprisên payebilind yên rejîma Îranê qutkirine, lê hekî kiriyarên wiha ducarî bin van agehdar dike ku egera qutkirina rûpela van heye.

Berpirsên rejîma Îranê, bi taybet Xamine`î, rêberê rejîm û Qasim Silêmanî, tu qîmet bi vê agehdariyê nedane, û bi belavkirina wêneyên milîşên terorîstî û berprisên girûpên terorîstî yên li dever û cîhanê, û piştevanîkirin li van girûpên terorîstî, bi van sebeban çendîn caran rûpelên fermî yên van qutkirine.

Her di vê pêwendiyê de, berê jî tora civakî a înstgramê, bi sebeba binpêkirina yasayên vê tora civakî, postên Husênemîr Ebdulahiyan, şvêrmendê serokê mecilsa rejîma Îranê qutkiribû,  ku bi belavkirina wêneya Hesen Nesrulah rêberê girûpa terorîstî a Hizbulaha Lubnanê, piştevaniya xwe ji vê  girûpê nîşan dabû, û di egera ducarîbûna vê postê agehdariya qutkirina rûpela wî hatibû dan.

Di heyama sala derbazbûyî de, torên civakî yên wekî înstgram.twitter, face book û yutoub, bi sebeba binpêkirina yasa û metirisiya li ser van kompaniyan ji aliyê rejîm û karbidestên vê rejîmê, çendîn postên berpirsên rejîma Îranê qutkirine û zêdetir li sed rûpel û kanalên taybet bi vê rejîmê û karbidestên vê rejîmê qutkirine.