Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Trump: Hekî Tirkiye êrîşî ser Kurdan bike, emê aboriya Tirkiyê kavil bike

11:37 - 14 Kanûna Paşîn 2019

Kurdistanmedia: Trump serkomarê Amerîkayê ragehandiye ku em nahêlin Tirkiye êrîşî ser Kurdan bike.

Trump serkomarê Amerîkayê di “twitt”ekê de gef xwar, ku hekî Tirkiye Kurdan bike armanc, emê aboriya Tirkiyê bikin armanc.

Trump nivîsand: Emê hem aboriya Tirkiyê wêran bikin, û hem jî emê herêmekê bi panahiya 20 maylî ava bikin.

Trump di heman demê de zêde kir, ku hêzên Amerîkayî derketina xwe ji Sûriyê hevdem digel êrîşa li ser binkeyên DAÎŞ`ê ji çend aliyan ve dest pê kiriye.

Tirkiye bi hemû awayî hewl dide ku  deshilata Kurdan di Rojava de ji nav bibe, û bo vê êrîşa xwe jî YPG`ê dike hêcet, û radigehîne ew jî ser bi PKK ne, û dijî Tirkiyê ne, û ewlehiya Tirkiyê têk didin.

Lê çavdêrên siyasî bi xatircemî ve dibêjin ku Tirkiye dijî pêkhatina herêmeke Kurdî ye, û dixwaze Kurd hertim lawaz bimînin, û êrîşa herî hovane li ser Efrînê, û hewldan bo guherîna demografiya Efrînê û zexta li ser HDP`ê û girtina bi hezaran endamên wan, û gellek mînakên din vê rastiyê îsbat dikin.