Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Trump: Rewşa Îranê gellek xirabe, û ew daxwaza gotûbêjê dikin

12:00 - 7 Kanûna Paşîn 2019

Kurdistanmedia: Trump ragehand ku derketina wî ji lehevkirina etomî gellek bi zirara Îranê bûye, û ew niha daxwaza gotûbêjê dikin.

Trump serokê Amerîkayê di gotûbêja bi nûçegihanên Koşka Spî re ragehand ku: Dema min lihevkirina tirsnak ya etomî bi dawî anî, vê yekê gellek bandor li rejîmê kir. Ew niha hemû hêzên xwe ên leşkerî ji herêmên cur bi cur  (li dervey sînorên Îranê) paşve dikişînin. Rewşa wan ne baş e, û ew daxwaza gotûbêjan dikin.

Trump çi di dema rikeberiyên hilbijartinan a Amerîkayê û çi jî piştî serkevtina di hilbijartinê de ji rexnegirên herî tund ên lihevkirina etomî bû.

Bi baweriya wî, lihevkirina etomî di serdema serokatiya Obama de, nekarî pêşiya çalakiyên têkderane ên rejîma Îranê û destêwerdana di nava karûbarê welatên din de, û herweha pêşiya cerbeya mûşekî û piştgiriya rejîma Îranê ji terorîzmê bigre.

Herçend ku rejîma Îranê ragehandiye ku ew tu carî serî li hemberî daxwazên Amerîkayê de natewînin, lê niha pişta wan di bin barê giran ê tehrîmên Amerîkayê de çemiya ye, û tê çaverêkirin, ew siyasetên serhişkane ên rejîmê sere wan û rejîma wan jî bixwe. Herçend wan di bin van hemû zextan de heya niha bi eşkere bas ji gotûbêjan nekirine, lê gotinên Trump wisa nîşan didin ku ew hêdî hêdî bi dizî ve lahiyan ji Amerîkayê dikin ku barê ser pişta wan hilgire da ku ew bêhneke rehet vedin.