Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Urmiye/ Diya şehîdekî rêya rizgariya Kurdistanê koça dawiyê kir

22:13 - 7 Tîrmeh (Temûz) 2014

Kurdistanmedia: Golê Sofî dayîka şehîd Xelîl Xan Ebdullahpûr li Dizê a devera Mirgewerê bi sedema nexweşiyê di temenê 72 saliyê de çû ber dilovaniya xwedê

Li gor rapora Kurdistanmedia, di roja Yekşemî bervara 6’ê Tîrmeha 2014’an, Xanima Golê Sofî dayîka şehîd şehîd Xelîl Xan Ebdullahpûr, şehîdê Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê, wefat kir.

8833.jpg
Şehîd Xelîl Xan Ebdullahpûr


Şehîd Xelîl Xan Ebdullahpûr di sala 1955’an de, li Dızê a Mirgewer a bajarê Urmiyê ji dayîk bûye, endamê Heyeta Îcrayî a Komîteya bajarê Urmiyê û yek ji kadrê naskirî yê komîtê bû, ji aliyê xelkê û pêşmergên komîta bajarê Urmiyê rêzekî taybet hebû.

Dijmîn bi hebûna Xelîl Xan hesas bibû û çendîn caran pîlan bo danîn û di encam de di bervara 24’ê Îlona 1984’an de, dijmin karê ji rêya çendîn xwedfiroşan ve cihê wî peyda bikin û hêzekî zaf rêkire wî cihî.

Xelîl Ebdullahpûr, hevdem tevî Mela Îsmaîl Kurdnijad fermanê emelyata Urmiyê, Silêman Abrîn, Xalid Şeyîxî, Mam Sidîq Hatemî û Nûredîn Cebarî canê xwe fîdayê gel û nîştemana xwe kirin.

Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê serxweşî ji malbat û kes û karê “Xanima Golê Sofî” dike û xwe di xem û kovan û pejara wan de bi şerîk û pişikdar dizane.

Riha wê şad