Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Veguhastina kirêgirtiyan bo çiyayê Şaho berdewame

17:43 - 27 Nîsan 2019

Kurdistanmedia: Kerîm Ce`iferî ser bi binkeya “Beytul Moqedes”, ya li gundê Geşkî a girêdaiy bajarê Kamyaranê bi awayekî berdewam caş û xwefiroşan bo çiyayê Şaho vediguhese.

Li gorî nûçeya ku gihîştiye malpera “Kurdistanmedia”yê, 6`ê Banemerê binkeya “Beytul Moqedes” çendîn tiromibîlên Toyta û Mînîbos bi sedan caş û xwefiroşan li binkeya Kerîm Ce`iferî li gundê Geşkî a girêdaiy bajarê Kamyaranê, demjmêr 2 yê paşnîvro ber bi çiyayê Şaho şandine.

Nûçegihanê malpera “Kurdistanmedia”yê, di vê derheqê de ragehandiye ku, heya rê nadan zozaniyên ku di van deveran de terş xwedî dikin bimînin.

Pêka agahiyan, rejîm li tirsa hatûçûnkirina pêşmergeyan, hêza caş û xwefiroşan bo van deveran vediguhese.

Her di vê pêwendiyê de, malpera “Kurdistanmedia”yê, di gotûbêjekê digel Kawe Behramî fermanderê Hêza Pêşmergê Kurdistanê encam daye, û navbirî di beşeke axavtina xwe de bas ji vê kiriye ku: Rejîm di van deveran de dest bi birêvebirina manorên leşkerî kiriye û bi van hincentan  dixwaze van deveran zêdetir awarte bike, çimkû li bandorên hêza pêşmerge di pêşerojê de, tirs heye.

Herwisa vê çavkaniyê di doma vê raporê de gotiye, ev cara dudyane ku di heyama van rojan de, rejîm hêza xwe bo çiyayê Şaho vediguhese, û herwisa bas jî kiriye, rêkefta 12`ê Banemerê 12 tiromibîlên tijî li caş û bi çekên wekî Doşka bo vî çiyayî veguhastine.