Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Vekirina kongireya 16.mîn ya PDKÎ ji aliyê Mela Hesen Şîweselî ve

03:48 - 21 Adar 2018

Kurdistanmedia: Birêz Mela Hesen Şîweselî ku niha endamî îftixarî yê Navenda Siyasî ya PDKÎ ye, di kongireya 16.emîn de bi gotareke balkêş û têrûtejî kongire vekiribû, ku deqa gotinên wî weha ne:

Şêrexûşkno, Birayên leheng!

Tevî hurmet ji bo vê bihevgihîştina me ya hêja, ji min re şerefek mezin e ku di baregeha bilind ya gellek alîgirên Rasana Rojhilat de, bi dîtina we şa dibim, û we himbêz dikim.


Hêjani! Di vê rewşa hestiyar de ku şademarên erdnîgariya par-parkirî a welatê me, li jêr gefa têkdana modela nû de ye,û gelê me li jêr qirmîna çekên leyzêrî ên wêrankar de, ji çolgehên mehşer ên bixwîn re derbaz dibin, cihê rêzgirtinê ye,ku hevalên me bi erk û wezîfeya xwe ya pîroz ya girtina kongireya 16.emîn a PDKÎ rabûne, û li şemendefera bixwîn ya Rasana Rojhilat de li ser birrîn û pîvana riyên dijwar herwisa berdewam in.

Hêjano!

Hem zimanhalê kongirê û hem jî rewşa xûya ya navçê û hem signal û îşareyên derdorê, vê rastiyê dixin himbêza me, ku kongireya me ya vê carê digel kongireyên borî cudahiyeke yekcar zêde heye, bi vê watayê ku rewş û guherînkariyên gengaz (îhtimalî) ên hevkêşeyên aloz, erkên gellek giran û di heman demê de, nû dixin ser milên me, û çavnihêrî jî ew in, ku bi bawerdarbûna bi pirensîpên hevçeperiyê, û li gora pêbendî û girêdayîbûna rohn û zelal ya niyetpakane bersiva van sîgnalan bê dan.

Hêjano!

Di vê demê de ku li burca navdar ya berfireh ya Rasana Rojhilat de, ez di xizmeta we de sekinî me, hez dikim ku îznê bidin ku em pêkve rêz ji şehîdên her çar parçeyên Kurdistanê bigrin, û silavan bişînin bo çar bûyerên nû ên navçeyê wate silavan bişînin ji bo qurbaniyên vê hereketa sertaseriya Îranê, ji bo tazîdariya erdheaj Rojhilata Kurdistanê, û ji bo şehîdên cardin êxsîrbûna qudsa Kurdan, û herwisa bo bêmalûhal ên Efrînê û rêz û hurmeta taybetî siwarçakên Rasanê, ew şasiwarên ku wek gullalle û wek sorgulan di destpka vegeşîna xwe de, serê xwe danîn, û sicde û kurnûj ji bo dar û kevirên bixwîn ên kurdistanê birin, û di hinavê erdê hilalî ê xwe de, serê xwe li ser kevirê xeva ebedî danîn. Herwisa himbêza germ ji bo wan gulên çiyayî ku di nava xaliya bixwîn a Rasanê de çilû dan, û reh û rîşe dakutan, û hejandin û lawandina ruh jî, bo wan bazên bilindfir ku di koçkirina xwe ya sor de, ber bi mî`iraca ebedî firiyan, û tu carî venegeriyan.

Şêrexûşkên min û birayên leheng!

Ezê hestên xwe bas bikim. Bo min janeke mezin bû, ku dehan sal bû, ji kongireyên hizbê veqetiyabûm, û niha ser ji nû ez vejiyam, dema ku min xwe bebrirûyê xebatkarên nava çeperê û afirînerên nexşeriya Rasanê û rêvîngên riya liv tevger û rabûna lehengane dibînim. Vegeriyana min ji dûriyeke sirr û sar û tevizî û goristaneke tarî bo cîhaneke rohn ku xwe berbirûyê, siyasetvanên xwedîezmûn ên xwîna cigerxwarî û siyasetvanên bihêz û bawerdar û taze nefes û şervanên leheng, ku devs û şûna piyên wan wekî hajeya şîpelên behreke berfireh, hest û derûna min (nava bedena min) dilorînin.
Xwezî ku ez di rewşekê de bûma, ku min bikarîba qevdeke gulan a mezin bi bilindahiya bejn û bal, û tekoşîna canliserdestan, û bi geşiya xwîna şehîdên qonaxa me ya nû li pêşberî baregeha bilind ya kongireya 16.mîn ya PDKÎ danêm. Di vê derheqê de ez bidax (bikul û keser) im. Lewra kerema xwe îznê bidin min,ku bi vê kilîda remzî ku wekî mîdala şanaziyê we bexşiye min,ez derwazeya şeref û şanaziya hizûra xwe di vê rewş û hewayê pîroz de bi dest bixim, pêştir rêz û emegnasî û pîrozbahiyên xwe û nêzîktirîn kesên xwe pêşkêşî we hemû beşdarên kongirê û ji riya we ve bigehînim hemû malbatên şehîdan û girtiyên siyasî û endam û alîgir û sewdaserên azadiyê û demokrasî û serweriya neteweyî.

Hêjano!

Şanaziyê dikim ku PDKÎ ji van hemû qonaxên dijwar re derbaz dibe, lê ji nefeskêşanê nakeve. Em hemû şahîdê gellek reşeşevên dûr û dirêj û reş û tarî ne, li vir de renge baskirina hinek meseleyan hem hederdana wext û hem jî tall û nebaş û hem jî nesiyasiyane be, lê dîrok e û em nikarin bê awrîdan û baskirinê bi ser de derbaz bin, di vir de gellek bi kurtî tenê emê nîve awrîdanekê bidin yek qonaxî, û em hemû şahidê vê qonaxa biêş û azar in, ku PDKÎ li heft esmanan stêrkeke wê nema,derbiderê nava qadeke wisa tirsnak bû, ku ji bilî beşeke kêm ji dostan û hevpeymanên mêjîn, ji bilî beşeke kêm ji dost û hevalan û hevalbendên mêjîn, ji bilî derwazeyên li ser pişt ên dilsojên navxwe hemû derî bi rûyê PDKÎ hatine daxistin, lê PDKÎ aram û bêhnfireh wekî çiya di nava vê qada bisam de çeqiya, û heykelê Kurdane ê wê neçemiya, û li ser birrîn û pîvana tarîstanan û şeqkirina şevreşan bibawer ve pê dagirt, û pişta wê nekete erdê.

Hêjano!

Ez serbilind im, û gellek jî serbilind im, ku PDKÎ helmeta Rasanê (heva rabûnê) li jêr sîvana bergirî û esla mentiqî û bicî ragehandiye, û awriyeke cidî û bikiryar daye rewşa niha û xeta cînayetkaran û hêza rizî a Komara Îslamî ya Îranê. Me ji bilî heqîqetê tiştek negotiye ku hekî em bêjin Rasan guhertin û hewcehiya dîrokî û vegeriyana mezinahî û nîşandana heybeta şoreşgerane ya PDKÎ û ramalîna şevereşa bêhêvîtî û bêasoyiyê bû, resalet û peyamek bû ku lehengane hate encamdan, û niha jî serbarê hemû êş û azaran, û ba û bahozên ku xwe wekî rûçikê heykelê birîndar ê PDKÎ dikêşin, hizba me li ser cemawerîtirkirin û berfirehtirkirin û xelkîtirkirina Rasanê herwisa berdewam maye, û berdewam jî dibe.

Hêjano!

Hûn baştir agehdar in ku hinek dengên nasaz hene, ku dixwazin ne tenê rewabûna Rasanê belkû rewabûna xebata gelê me bibin jêr pirsyar, lê bi xweşî ve belge gellek zor in ku rewabûn û adilanebûna xebata gelê me û rastiya rewayiya Rasanê di destên me de ne, ku tenê emê mînakekê bas bikin.

Piraniya hêzên siyasî ên Rojhilata Kurdistanê wekî dengê heqxwazane ê piraniya gelê Kurd li Rojhilat rexne li Rasanê hebûn û têdîtinên taybetî ên xwe hebûn, lê li kêşeya Rasanê de gellek xwe bi cuda nezanîn, û niha jî ew hinda ku em bizanin di nava piraniya herî zaf ya van hêzên siyasî de, cuda ji selîqe û boçûnan çeperên cuda nahên dîtin, belkû çepera bixwîn a hevpar li ser erdê heyî geş geş diçilvile û vedigeşe, ku ez ji aliyê xwe ve ya ku nîşana peyakirina aştiya berdewam û sîgnala rêkxistina pilatforma siyasî ya hevpar û destpêka pêkanîna eniyeke demokratîk a Rojhilat dibînim ku hêvî dikim hindî zûtir pêk bê.

Hêjano!

Rast e ku hizba me di piroseya Rasanê de nirxeke giran kete ser Milan, lê canliserdestên me gellek peyamên bisoz û bikul û keser û gellek hawarên mirovî gehandin guhê belengazên navxwe û Rojhilata kurdistanê û beşeke rûniştiyên vê cîhanê.

Cangoriyên me ji mînbera herî bilind ya xwebexşînê ve û ji mînbera fedakarî û cangorîtiyê ve, hawar kirin ku Rojhilata Kurdistanê û bêçareyî û bêhelwestî negotine, Rojhilata Kurdistanê û stûxwarbûna li hemberî îrade û qedereke li pêş de diyarîkirî negotine.

Rojhilata Kurdistanê û botperestî û çavgirêdayîbûn û birêveberên fetwaya biyom ya cîhada seherkeran negotine, Rojhilata Kurdistanê û nîqaşa Siyasî ya bêwext negotine,Rojhilata Kurdistanê û şanosazî û sînaryorengandin û pirsên hestiyar û bazerganîkirin bi siyasetê negotine, di hember d ejî şehîdên me, ji kûrahiya vijdana xwe ve, hawar kirin ku Rojhilata Kurdistanê û ne`iretelêdan û îradeya cidî û eqlê azad û bergiriya cesûrane û meydanî lê tê. Rojhilata Kurdistanê û girtina pêsîra cellad û xwînmijan û tabûtên mîratgirên tabûtê, û xebata li dijî stemkarên dîrokê yektir dixwînin.

Rojhilata Kurdistanê û şikandina talisman û ramalîna botan û “Na”yeke yekcarî gotina bi sîstema wilayetsalarî dibe ku dest bavêjin stûyê hevdu, û Rojhilata Kurdistanê nikare bo hertim şîpelan û peravên rûbaran û “bêvîn”îya bûyerên siyasî be.

Rojhilata Kurdistanê îrade û kesayetiya taybet bi xwe heye, vegeşiyaye û ji heriyê derketiye, ji bilî pisporên kêm mînak ên zanistên curbicur gellek rojnamevanên netirs û sînemakarên mu`icizeker û siyasetvanên xwedîşiyan û berevankarên mafên mirovî di nava hinavê xwe de perwerde kiriye, rast e ku rejîm bi tenê ji Kurdistanê ve naherife, û hizba me, ew hinda ku di bîra min de be,ne di zimanê fermî de, û ne jî di edebiyata siyasî ya xwe de, ew îdia nekiriye, lê di vir de, di demjimêra muqedes ya kongireyê de, me pê şerm nine, û bi eşkere em radigehînin ku Rojhilata Kurdistanê wekî hertim dikare çepera azadîxwazan û şûreya hesinîn û palpişteke qahîm û kûr û cihê baweriyê be, û di rewşa pêkhatî de, tevî neteweyên din ên blindest ên Îranê dikarin bibin lehiyeke berfireh û koşka seherkeran û

dizên ser riyan bo hertim ramalin, di derbazbûyî de me gotiye û niha jî dibêjin û sedan carên din jî me pê şerm nine ku bêjin di pêşerojê de, ku Rasan guherîn û ser ji nû vejiyan û rabûn û şerafet û kerameta me ye, û ji bo parastina vê kerametê em amade ne heya dawî dilopa xwîna xwe şiyana xwe bi kar bînin, û em xatircem in jî, ku pêşeroj ya neteweyên belengaz ên Îranê ye.

Hevalên min ên hêaj!

Rasanê cardin ew heqîqet piştrast kir,ku her neteweyeke belengaz hekî kadrên wî ên siyasî û xwedîşiyan û kêrhatî di qada germ ya kêşeyên navxwe de tunebin, ji armancên xwe dûr dikeve,û her neteweyeke li jêr tepeseriyê de, hekî şervanekî canliserdest û leheng û congorî di qada germ ya şerê heq û neheqiyê û rageşî û lihevketina di navbera tarîtî û ronahiyê de nebe,nakeve ser rê û şopa serkevtinê, û nebûna van du sedemên bibandor mil bi mil û hevterîb digel yektir bi armanca bergirî û parêzgarî ji man û hebûn û himbêzkirina nirx û buhayên mirovî çoka neteweyên bindest ên cîhanê dişkîne,

Gotinên min dirêj bûn, û ez şermezarê we me, û daxwaza lêborînê li we dikim, lewra derheq navika kongireyê tenê ew qas erzî xizmeta we dikim ku hevalên me bi armanca reforman û bi armanca livandineke salim û hekîmane, gellek pêşniyarên cidî û rênîşandanên afirîner û diruşmên bicî û li gora serdemê hene, ku di piroseya karûbarê kongirê de wê di kongireyê de bas bikin.

Hêvî dikim kongireya 16`an a PDKÎ bibe hêvinê hevdengiyê, û bibe sekoyek ji bo firîna ber bi qonaxeke nû ku tê de, hizba me bikare bi ew qasê yekgirtîbûn û bi ew qasê bêhnfirehiyê û bi ew qasê yekîtiya kêm mînak û paradaym û metodên bicî ê xebata xwe digel erdnîgariya siyasî û guherînan û hevkêşeyên navxwe û herêm û cîhanê hevaheng bike.

Silavan dişînim bo azadîxwazên sertaserî ên vê cîhanê
Serîtewandin bo îmamên siyasî, Pêşewa û Qasimlo û Şerefkendî
Rêz û kurnûj û lawandina ruha bêferq û cudahî a canê pak ê şehîdên Rojhilata Kurdistanê û bitaybetî şehîdên qonaxa nû ya me, û xatircem im taca şanaziya ser serê malbat û kesûkarê wan bo hertim di dîrokê de biçirûsktir dimîne.

Silavan dişînim bo xelkê serhildêr ê Kurdistanê û sertaserê Kurdistanê

Rêz ji bo kêmendaman


Silav bo girtiyên siyasî û bitaybetî silavên taybetî dişînim bo Nîlson Mandêlayên pîrbûyî di nava girtîgehên rejîmê de û bitaybetî kak Mihemed Nezerî û silaveke taybetîtir dişînim bo Nîlson Mandêlayê zincîrqetîn ê Rojhilata Kurdistanê kak Sidîq Kebûdwend.

Pênûsa kadrên têkoşer û dest û tiliyên ser gelengedena van pêşmergeyan li ser serê xwe datînim, ku di çepera bergiriyê de bi lehengî berxwe didin.

Serkevtî bin PDKÎ û hêzên siyasî ên Rojhilata kurdistanê ji bo pêkanîna eniyeke yekgirtî ya Rojhilatî û cemawerîtir ji Rasanê û awrîdaneke cidî ya bikiryar.

Serkeve kongireya 16.emîn ya PDKÎ

Herifîn bo koşka çetenişîn a Cemaranê

Bilind be alaya Kurdistanê û

Her dilek jê hez neke, rebî şûr û xencer lê keve
Spasiya we dikim