Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Vekişiyana bankên cîhanî li Îranê berdewam dike

12:00 - 22 Çirriya pêşîn 2018

Kurdistanmedia: Ji ber dorpêçên aborî yên Amerîkayê  yên li dijî rejîma Îranê, her roj navendeke malî yêncîhanê yên veguhastinên, ji Îranê vedikiş in.

Li gorî raporta Nûçegihaniya “euronews”ê, banka “Mega International Bank” ku mezintirîn banka welatê “Taiwan”ê ye,  dixwaze mi`amileyên bankî yên bo veguhastinên pere yên di navbera Îranê û “Taiwan”ê de, bi sebeba dorpêçên aborî yên Amerîkayê yên li dijî Îranê, bide  sekinandin.

Wê banka “Taiwan”ê berê jî ragehandibû ku, mi`amileyên veguhastinên pere  yên xwe yên di navbera “Taiwan” û Îranê piştî meha Çiriya Paşîn wê bisekinîn e.

Herwisa wî berpirsî Bankê  gotyie ku: Tîcareta me ya digel Îranê gellek hûre û ji vê zêdetir nabe em digel Îranê kar bikin, û bankê moşteriyên xwe agehdar kirine da ku dawiyê bi mi`amileyên xwe bînin, di meha Çiriya Paşîn de wê ew karê veguhastinên pere yên digel Îranê wê bisekinîn ine.

Amerîka dorpêçên neftê yên li dijî rejîma Îranê, di destpêka meha Çiriya Paşîn de ku, nêzîkî du hefteyên din e, wê bide cî bi cî kirin.

Herwisa Amerîkayê, ji navendên malî  yên cîhanê re heya Çiriya Paşîn, mohlet daye , da ku çalakiyên  xwe yên digel Îranê bidine sekinandin, da ku rastî cazayên  aborî yên wî welatî nebin.