Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

“Wall Street Journal”: “John Bolton” pilanên êrîşa leşkerî dabû Pintagonê

11:29 - 14 Kanûna Paşîn 2019

Kurdistanmedia: “Wall Street Journal”ê nivîsandiye ku piştî êrîşên li ser hindek herêma li Besre û Bexdayê, û hebûna şik û gumanan li ser rejîma Îranê, bas ji êrîşa leşkerî hatiye kirin.

Piştî vê ku di meha Îlonê de êrîşeke xompareyî li ser herêmên ku serbazên Amerîkayî tê de ne, wate li Besre û Bexdayê, “Wall Street Journal”ê nivîsand, ku wê demê “John Bolton” pilana êrîşke leşkerî daye Pintagonê. Wê demê Amerîkayê bi awayekî fermî rejîma Îranê wekî berpirsê vê êrîşê dabû nasandin.

He rçend vê êrîşê tu zirarên canî, wê demê tunebûn, lê ew çavkaniyên ku “Wall Street Journal”ê digel wan qise kiriye, dibêjin ku her piştî van êrîşan “John Bolton” daxwaza bersiveke tund ji aliyê Amerîkayê ve, li dijî van êrîşan kiriye.

Herwisa wê demê “John Bolton” daxwaz li Wezareta Parastinê kiriye ku ji vebijêrka leşkerî li dijî rejîma Îranê mifahê wergire.

Berdevka Konseya Ewlehiya Neteweyî a Amerîkayê “Girit Markî” jî di vê derheqê de ragehandiye ku li ser rewşa leşkerên Amerîkayê di vê herêmê de gellek pêşniyar me dane Wezareta Parastinê, û kar li ser tê kirin.